Li Reqayê êrişa DAÎŞ'ê: Endamekî Hêza Ewlekariya Hundirîn jiyana xwe ji dest da 2022-12-29 20:10:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama êrîşa DAÎŞ’iyan de ya li ser herêma Kerame ya Reqayê, endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn jiyana xwe ji dest da û 2 jê jî birîndar bûn.   Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn–Reqayê bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrîşeke li dijî dewriyeya hêzên wan de endamekî wan jiyana xwe ji dest daye û 2 jê jî birîndar bûne.   Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: "Sibeha roja Pêncşemê (29ʹê Kanûnê) li ser rêya Kerama ya di navbera Reqa û Hesekê de êrîşeke çekdarî li dijî dewriyeya me hate kirin. Di encamê de endamekî me şehîd bû û 2 jê jî birîndar bûn.   Ev êrîş hemwextî operasyonên şopandinê yê ji aliyê hêzên me ve yên li dijî şaneyên veşartî yên DAÎŞ'ê li bajarê Reqayê ku di asteke herî jor de dewam dike hate kirin. Ji ber vê yekê şaneyên veşartî yên li gundewarên bajar êrişên din pêk tînin da ku hêzên me mijul bike û şaneyên di nava bajar de karibin birevin.   Ev êrîş me ji berdewamiya şopandin û girtina hemû çeteyên şaneyên razayî yên ku hewl didin aramiya herêmên me têk bibin, naseknînin."