‘Tirkiye bi Ewropayê re li hev kir, tecrîd girantir bû' 2022-12-30 09:49:59   WAN - Hevserokê OHD a Şaxa Wanê Medenî Gur diyar kir ku li Îmraliyê destûra bingehîn a ku hevdîtina girtiyan a bi parêzer û serdêran re mîsgoer kiriye tê binpêkirin û got: "Tirkiye têkildarî penaberan bi Ewropayê re peymanek çêkir. Ewropayê beramberiya vê hin tawîz dan Tirkiyeyê û ji van tawîzan a sereke daxwaza Kurdan a ji bo statuyê ye."    Zêdetirî 21 meh in tu xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê di Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê de nayên girtin. Hevdîtina bi parêzeran û bi malbatê re ku bi destûra bingehîn hatine mîsogerkirin, li Îmraliyê veguherîne pêkanîneke kêfî. Hemû serlêdanên malbatan û parêzeran bê bersiv tên hiştin û serlêdanên li Wezareta Dadê jî nehatine bersivandin.    Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Wanê Medenî Gur, tecrîda li Îmraliyê nirxand.    TECRÎD LI ÎMRALIYÊ DEST PÊ KIRIYE   Gur detsnîşan kir ku sedema sereke ya tecrîda li ser Ocalan, daxwazên kurdan ên ji bo azadî, statu û mafan e û wiha got: "Sedemeke din jî ew e ku birêz Ocalan daxwazên ji bo aştî û azadiyê yên Rojhilata Navîn bilêv dike. Ji ber ku li Rojhilata Navîn ji aliyê Tirkiyeyê û gelek dewletan ve qebûlkirina van daxwazan ne pêkan e, birêz Ocalan li Girava Îmraliyê tê tecrîdkirin."    Gur bibîr xist ku di salên dawî de tecrîd her diçe kûrtir dibe û wiha pê de çû: "Îro ro li erdnîgariya Rojhilata Navîn 40 milyon kurd hene. Lê daxwazên wan ên ji bo azadî û statuyê esas nayên girtin. Di vî warî de armanca tecrîdê ew e ku gel dest ji daxwazên xwe yên ji bo azadiyê berdin û koletî li gelê kurd bê rewakirin. Lewma tecrîdkirina Ocalan, darbeya li daxwaza ji bo azadiyê ya gelan e."    ‘EWROPA BI TIRKIYEYÊ RE LI HEV KIR'   Gur bibîr xist ku hevdîtina parêzeran û serdêran bi qanûnê hatiye parastin û got: "Lê dewlet qanûna xwe jî pêk nayne. Bi vî awayî tecrîdê pêk tîne û nahêle Ocalan sûdê ji mafên xwe bigire. Çendî ev maf bi qanûnê hatine mîsogerkirin jî, lê ji bo Ocalan wan bi kêfî pêk nayne. Serdana CPT'yê ya li Îmraliyê jî dibe cihê pirsan. Bi pêvajoya şer a li herêmê gelek kes koçî Tirkiyeyê kirin. Tirkiyeyê têkildarî koçberan bi Tirkiyeyê re peymanek çêkir. Ewropayê jî têkildarî vê hin tawiz dan Tirkiyeyê û ji van tawîsan a sereke jî daxwaza kurdan a ji bo statuyê ye. Ev yek kir ku saziyên di warê mafên mirovan de dxiebitin jî biryarên siyasî bigirin."    Gur destnîşan kir ku zextên li ser civakê ewilî li girtîgehan tên pêkanîn û wiha axivî: "Gava bixwazin tiştekî bi civakê bidin qebûlkirin, vê yekê ewilî li girtîgehan pêk tînin û paşê li ser gel. Gava em li rewşa Ocalan mêze dikin, ji zû de ye girtî ye. Helbet bandoreke girîng a Ocalan heye li ser gelan. Lewma gel van şert û mercên ku Ocalan tê de ne qebûl nakin û li dijî vê çalakiyan li dar dixin. Ji bo dewlet berpirsiyariya xwe bi cih bîne, bang li dewletê tê kirin."    Gur serlêdana li Baroya Wanê ya ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bibîr xist û got pir eşkere ye ku divê rewşa Abdullah Ocalan ji nêz ve bê şopandin. Gur destnîşan kir ku ew hewl didin ev serlêdanên bi rêya baroyan tên kirin bigihên Yekîtiya Bijîşkan a Tirk (TTB) û Yekîtiya Baroyan a Tirk (TTB) da ku Wezareta Dadê berpirsiyariyên xwe bi cih bîne. Gur di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: "Lewma me serî li Baroya Wanê da û divê TTB û Wezareta Dadê gavina bavêjin. Dê hewldanên me bidomin. Berpirsê pêkanîan mewzûatê Wezareta Dadê ye. Em banga ji bo bidawîkirian tecrîda li ser birêz Ocalan cardin dubare dikin."    MA / Bêrîvan Kûtlû