ÎHD'ê li ber girtîgehê daxuyanî da: Sedema girtinan daraza alîgir e 2022-12-30 14:30:41 AMED - Şandeya Şaxa ÎHD'a Amedê piştî serdana siyasetmedar û rojnamegerên kurd ên girtî kir li ber Girtîgeha Amedê daxuyanî da. Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Abdûllah Zeytûn ê axivî, bertek nîşanî girtinan da û diyar kir ku sedema girtinan daraza alîgir e.    Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê piştî serdana Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, siyasetmederên kurd û rojnamegerên di girtîgehê de ne kir, li ber Girtîgeha Tipa D a Amedê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de şandeya ÎHD'ê ku serdana girtîgehê kir amade bû.   Di daxuyaniyê de Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Abdûllah Zeytûn axivî. Zeytûn, bi lêv kir ku bi biryara dadgeha ku alîgir e mirov tên girtin û wiha got: “Dema em operesyona ku herî dawî li dijî DBP’ê pêkhat û dosyayan dinêrin dibînin ku dadgeh bêalî nîne. Rojnamegerên kurd ku peywira xwe ya rojnamegeriyê pêk anîn û binpêkirinên mafên ku li erdnigariya kurdan pêk tên ragihandin hatin girtin. Em weke parazvanên mafên mirovan, dikarin bêjin sedema girtina Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir temsîliyeta wî ya siyasî ye. Desthilat şûna ku bi muzakereyan pirsgirêkên sereke, demokrasî û mafan çareser bike bi polîtikayên zext û otorîter siyasetmedarên kurd digire.”   ‘SEDEMA GIRTINAN ASTENGKIRINA XEBATÊN SIYASÎ YE’   Bi domdarî Zeytûn diyar kir ku desthilat bi girtina siyasetmedarên kurd dixwaze xebatên siyasî asteng bike û ev tişt gotin: “Divê siyaseta demokratîk nekeve nava van lîstikan. Bi mekanizmaya dadgehê niha siyasetmedarên kurd di girtîgehê de ne. Sedema binçavkirina Bayindir jî weke hemû binçavkirinan dozên ku bi neşopandinê encam girtine ne. Dosyayên ku bi neşopandinê encam girtine jî dikarin weke sedema girtinê nîşan bidin. Bi derewan dikarin şahidekî/e nepen bibînin û ceza bikin yanî bi awayekî li dijî hiqûqî jî dikarin mirovan bigirin û ceza bikin.”   ‘DIVÊ MUXALEFET BÊDENG NEMÎNE’   Zeytûn, destnîşan kir ku rojnameger bi mehan in ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê di girtîgehê de ne û wiha berdewam kir: “Rojnameger bi awayekî keyfî tên ragirtin. Hê jî îdîanameya wan amade nekirine û dernexistine dadgehê. Ev yek jî bandora yekalîbûna darazê ye.”   Zeytûn, di dawiya axaftina xwe de balkişand ser bêdengbûna partiyên mûxalîf û axaftina xwe wiha qedand: “Berpirsyariya muxalefeta ku dibêjê em alîgirên hiqûqê ne jî heye. Divê zextên ku tenê li ser çapemenî û siyaseta kurd pêk tên muxalefetê mahkumî bêdengiye neke. Muxalefeta demokrat û hemû saziyên ku maf û azadiyê diparêzên divê li dijî vê yeke xwedî helwestbin û dengê xwe derxînin.”