Li Çemçoyê êrişa bi çekên kîmyewî 2022-12-30 15:09:10 NAVENDA NÛÇEYAN – Êrişên dewleta tirk ên li dijî herêma Çemçoyê didomin. Hat ragihandin ku dewleta tirk li Çemçoyê 14 caran çekên kîmyewî bi kar anîn.    Êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federe ya Kurdistanê bênavber didomin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta tirk didomin. Hat ragihandin ku dewleta tirk di 29’ê kanûnê de li herêma Çemço ya girêdayî bajarokê Şêladizê ya Amediyeyê 14 caran çekên kîmyewî û carekê jî bombeyên qedexekirî bi kar anîn.