Demîrtaş: Tenê delîlek dosyeyê heye ew jî beyanên Erdogan in 2022-12-30 15:09:47 ENQERE - Selahattîn Demîrtaş di Doza Kobanê de diyar kir ku di dozê de tenê delîlek ew jî beyanên Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan e û dadgeh jî dixwaze heta hilbijartina 2023’yan vê kûmpasê bidomîne.  Danişîna 20’emîn a Doza Kobanê di roja 8’emîn de li eywana danişînê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin. 17 jê girtî 108 siyasetmedar ji dozê tên darizandin. Bi piraniya van siyasetmedaran endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê yên berê ne. Her wiha Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nava 17 siyasetmdarên girtî tên darizandin de cih digirin.    Danişîn ji aliyê 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ve tê birêvebirin. Girtiyên li Girtîgeha Sîncanê tev li danişînê bûn û siyasetmedarên girtî yên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Rêveberên HDP’ê û gelek parêzer dozê şopandin.      Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ewilî di danişînê de axivî û li ser xal û bendên naveroka dozê sekinî û got heke li xebatên wan siyasî û axaftina wan a li Meclisê bê nihêrtin dê derkeve holê ku ew ji tu tiştekî neberpirsiyar in.    ‘AXAFTINÊN ME DIKIN HÊCETA GIRTINÊ’   Demîrtaş anî ziman ku 6 sal in ew ji ber axaftinên xwe tê darizandin û dikin sedema girtina wî û got: “Divê dadgeh hemû hêcetên girtinê di çarçoveya 83/1 de ji nû ve binirxîne. Kêliya ku ev neyê kirin wê xala 83/1 neyê nasîn. Kanûna Cezayê Dadgehê (CMK) di bin banê Qanûna Bingehîn de ye. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) dadgeha ku Qanûna Bîngehîn nasepîne û 83/1 nanirxîne matmayî ma. Heyeta dewletek mezin li nava çava DMME’yê nihêrî bi derewa ‘me nirxand’ kir. Lê belê derbarê vê yekê tu belgeyek pêşkêşî heyetê nehat kirin. Hûn di biryara navber a dadgehê de dibêjin ‘em Qanûna Bingehîn nas nakin’ lê belê hûn CMK 100’î dixin nava çavê me û dibêjin ‘hûnê nas bikin’. Darazek ku Qanûna Bingehîn nas neke, rewabûna wê nema ye. Gelo hikmek ku Qanûna Bingehîn ji kurdan û muxalîfaran neyê sepandin heye? Gel deng da me û vî mafî bo me temîn kir. Hûn nikarin vî heqî ji destê me bigirin.”    ‘DELÎL BEYANÊN ERDOGAN IN’    Demîrtaş axaftina xwe wiha domand: “Em newestiyan. We hesin û betonê rizand, lê hûn nikarin me birizînin. Me delîla tekane û herî bi hêz a dosyeya dijî me de pêşkêş kir. Di dosyeyê de tê xwestin ku bin vê delîlêbê tijekirin. Tenê delîlek dosyeyê heye ew jî beyanên Recep Tayyîp Erdogan ku me pê sûcdar dike ye. Erdogan bi sifata navê eşkere me sûcdar dike. Erdogan artêşa medyayê ya di destê xwe de xist dewrê. Derbarê me de bi hezaran gotar, bi milyonan twît, bi hezaran bernameyên televîzyonan çêkirin û ji girseya xwe re me wek ‘kujerên mirovan’ dan nasîn. Dizanin ku viya derew e. Dibêjin ‘em ê ji bo kêfa xwe, ranta xwe sûcê bûyerên Kobanê bixin stûyê van’. Hûn jî dixwazin bine vê armanca siyasî tije bikin. Hûn li ser mexsed û daxwaza wan me digirin û ji me re cezayan dixwazin. Em hatin qonaxek pir krîtîk a siyasî.    JI BO AVAKIRINA REJÎMA YEK ZILAMÎ EM HATIN GIRTIN    Ji bo avakirina rejîma yek zilamî, em hatin girtin. Hedefa Bahçelî û Erdogan ev bû û vê kirin. Ji ber xeletiyên muxalefetê vê kirin. Ji ber xeletiyên muxalefetê reyên ‘belê’ derketin. Lê gel negot erê. Sindoqan neparastin. Divê di heyama OHAL’ê de neçûna referandûmê. Di wê serdemê de ji bilî partiya me kesî behsa me nedikir. 12 parlamenter di hefsê de bûn lê rabûn li Meclisê qanûna bingehîn erê kirin û referandûmê kirin. Bi sedem û armancek siyasî kirin. Me ji bo referandûmê girtin. Îdrîs Balûken piştre berdan. Di hesab de berdana me hemûyan hebû. Vê carê ji ber hilbijartinê carek din Îdrîsa Balûkên bi awayek bêqanûnî hat girtin û berdana me hat sekinandin. Ji bo di hilbijartinan de bi ser bikevin, em nehatin berdan.”    SOYLU TU HERE WIRDE    Niha jî bi tayînkirina qeyûmê Şaredariya Amedê pesnê xwe didin û bi heman rêbazê gefan li Stenbolê dixwin. Soylû rayeya ku Qanûna Bingehîn dide nîşan da. Here wirde, Qanûna Bingehîn ne ji bo tu kûmpasê ava bikî vê erkê daye te. Doza ‘terorê’ li Şebnem Korûr Fîncanci û TTB’ê vekirin. Duh ceza li hesabgirê me hat birîn. Heyeta we jî kirine şirîkê vê kûpmasê. Wê ev mutala û biryarên navberê yên danişînê piştre bê dayîn ji bo îktidarê dê lazim be.    HEYETA ÎMRALIYÊ LI SER FERMANA ERDOGAN HAT SEKINANDIN    Heyeta web i sedem û armancên siyasî nêzî me dibe û em jî parastina xwe di çarçoveya siyasî de dikin. Wisa xuya dike ku wê partiya me HDP’ê bigirin, alîkariya xizîneyê dê bê betalkirin. Lê belê fikr û ramanên HDP’ê wê xwe di vê hilbijartinê de holê. Rayedarên hikûmetê hevdîtinên li Îmraliyê xetimandin. Heyeta ku diçû Îmraliyê li ser fermanên Erdogan hat sekinandin û destûra çûna Îmraliyê nehat dayîn.”    ‘EM BERXWEDÊR Û XURT IN’    Demîrtaş diyar kir ku îdia û mutalayên dozger û dadgeran hemû derew in û wiha got: “Baş e heke em hemû ‘rêveberên rêxistinê bin’ lê wateya vê girtîbûna me çi ye? Em ji vir derkevin û em bêjin ku em ê ‘Partiya Pesê’ ava bikin, gelo em ê bên berdan? HDP bê girtin jî neyê girtin jî em HDP’yî ne. Lewma em di zindanan de ne. Abdullah Ocalan bi nêrîn, pêşniyaz û fikrên xwe kesayetek girîng e. Lewma bû ku hevdîtina dawî hat kirin û wan qanih nekir û veguherandin polîtîkaya nebaş û cezakirinê. Bi salane gefa cezakirinê li me dixwin. Dibe ku partiya me bigirin. Dibe ku xizîneya alîkariyê qut bikin. Lê em ê bikin ku di vê hilbijartinê de her kes bi ser bikeve. Em berxwedêr û xurt in.”