Yildizê ku înfaza wî 2 caran hatîbû şewitandin hat berdan 2022-12-30 18:41:40   AMED - Hamza Yildizê ku înfaza wî 2 caran hatîbû şewitandin, ji Girtîgeha Amedê ya Hejmara 2'yan derket. Yildiz bi dirûşmeya, "Bijî berxwedana zindanan" hat pêşwazîkirin.   Hamza Yildiz ku "poşmanîtî" lê hatibû ferzkirin û ji ber ku ev yek qebûl nekiribû 2 caran înfaza wî hatibû şewitandin, ji Girtîgeha Amedê ya Hejmara 2'yan derket. Yildiz bi dirûşmeya, "Bijî berxwedana zindanan" hat pêşwazîkirin.   Malbata Yildiz, ji bo ku wî li ber deriyê girtîgehê pêşwazî bike ji Farqîna hat Amedê. Malbata Yildiz, hevalên wî û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan a Amedê (TUAY-DER) ew li ber girtîgehê pêşwazî kirin. Yildiz, dema ji girtigehê derket bi çebik û tilîliyan û bi dirûşmeya "Bijî berxwedana zindanan" hat pêşwazîkirin.    Yildiz  li ber deriyê girtîgehê kevokên spî yên sembola aşîtiyê firandin. Yildiz, piştî pêşwazîkirinê tevî malbata xwe ber bi Farqînê ve bi rê ket.    Hamza Yildiz, di sala 2016'an de li Farqînê hatiye girtin û bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh ceza lê hatiye birîn. Yildiz, înfaza cezayê xwe di 28 Kanûna 2021'ê de temam kiriye, lê ji ber ku "poşmanîtiya" lê hatiye ferzkirin qebûl nekiriye înfaza wî du caran, her carê 6 mehan hatiye dirêjkirin.