ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2022'YAN 2022-12-31 09:00:12     * Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya DBP'ê Okkeş Kava diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 24 sal in bênavber tê tecrîdkirin û got: "Di sala 2023'yan de tenê ne li dijî tecrîdê, em ê ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan jî têbikoşin."    * Waniyan ku nîqaşên der barê tifaqa siyasî û rojeva hilbijartinê de nirxandin, diyar kirin ku ji bo guherandina rêveberiyê çareserî Tifaqa Ked û Azadiyê ye.    * Sekvan Mûtlû yê 87 salî ku kurekî wî li Cizîrê, keçeke wî li Zapê û kurekî wî jî li Amûdê di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, bertek nîşanî êrişên bi çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê da û got: "Dê muhtacî kurdan bibin."    * Li gundê Teraş ê Sasonê, ji ber xebatên sondajê yên TPAO'yê madeyên bijehr tevlî ava vexwarinê bûne. Ekolojîst Huseyîn Akîl xwest ku ev mexdûriyeta gelê herêmê demildest bê çareserkirin.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 663'yemîn de berdewam bike.     * Parlamenter û rêveberên HDP'ê yên Amedê li navçeyên Hênê, Rezan, Bismil, Yenîşehîr û Pîranê yên Amedê serdana gel bikin. (10.00-15.00)   * Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin dê di hefteya 927'emîn de çalakiya xwe li ser înternetê li dar bixin. (12.00)    * Malbatên Windayan û rêveberên ÎHD'a Amed, Êlihê û Îzmîrê dê çalakiya heftane ya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" li dar bixin. (12.00)   * Şaxên ÎHD'ê yên Enqere û Stenbolê dê wek her hefteyê bal bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û daxwaza berdana girtiyên nexweş bikin. (13.00)