Girtîgehê ji ber 14 dirûşman 14 meh cezayê ragihandinê li girtiyan birî 2022-12-31 11:03:07   ERZIROM - Cezayê ragihandinê yê 14 mehan li girtiyên li Girtîgeha Dumlu ya Ewlehiya Bilind ku penceyerên li qawîşên wan bi telan hatibûn girtin şermezar kiribûn, hat birîn.    Li Girtîgeha Dumlu ya Erziromê ya Jimara 1’an a Ewlehiya Bilind girtiyan girtina bi têlên rêsayî ya pencereyên qawîşên xwe protesto kiribûn. Girtîgehê cezayê ragihandinê li girtiyan birî. Girtiyan ji 8’ê mijdarê heta nîvê meha kanûnê protestoyan berdewam kiribûn. Girtiyan ragihandibû ku hemû pencereyên wan bi têlên rêsayî hatine girtin. Girtiyan xistine qawîşên yek kesî û têkiliya wan ji hev hatibû qutkirin û girtî jî li dijî vê rewşê her roj bi armanca protestoyê dirûşm berz kiribûn. Ev protesto li girtiyan wek cezayê dîsiplînê vegeriyaye.    LI HER DIRÛŞMEKÊ MEHEK CEZA HATIYE BIRÎN    Desteya Dîsiplînê ya Girtîgeha Dumluyê li 7 girtiyan ji bo her dirûşmek berz kirine mehek cezayê dîsiplînê biriye û ji bo 14 dirûşman 14 meh cezayê telefonê û nameyan hatiye birîn.    Girtiyan agahî dan parêzerên xwe û diyar kirine ku li girtîgehê rewşa tecrîdê her ku diçe girantir dibe û hemû girtî di qawîşên yek kesî de tên ragirtin û xwestin raya giştî bihestiyar tevbigere.    Girtiyan bertek nîşanî cezayê li wan hatiye birîn dan û hefteya pêşiya me dê li dijî cezayê dîsiplînê serî li Dadgeriya Înfazê bidin û îtîraz bikin.