Ji ÎHD’ê banga dawî ya salê: Hemû girtiyên nexweş berdin 2022-12-31 15:56:41   STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Stenbolê di çalakiya “Rûniştina F” roja dawî ya salê de xwest ku hemû girtiyên nexweş bên berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 562’yemîn çalakiya “Rûniştina F” li ber avahiya komeleyê li dar xist.    Malbatên girtiyên nexweş û gele parêzvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankartên “Mafê tedawiyê nayê astengkirin” û “Her dem li her cihî û jibo her kesî mafê jiyanê” hatin vekirin û dirûşm hat berzkirin. Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Meryem Bars daxuyaniyê xwend.    GIRTIYÊN NEXWEŞ MIRIN   Bars anî ziman ku di dawiya sala 2022’yan de girtîgeh bûne “malên mirinê” û bal kişand ser raporên ku komeleya wan derbarê binpêkirinên mafan de weşandibû. Bars destnîşan kir ku di sala 2022’yan de li girtîgehan zext û îşkence li ser girtiyan zêde bû û girtiyên nexweş ji mafên xwe yê tedawiyê û tenduristiyê bêpar hatin hiştin. Bars da zanîn ku li gorî daneyên wan ên sala 2022’yan herî kêm 76 girtiyan ji ber binpêkirinên mafan jiyana xwe ji dest dane û bi piraniya van girtiyan ji ber tedawîû berdana wan hatiye astengkirin mirin e. Bars diyar kir ku ew dixwazin dawî li binpêkirinên mafan û mirinên li girtîgehan bê anîn û hemû girtiyên nexweş bên berdan.