Roja ewil a 2023’yan: Bi berxwedanê ketin sala nû 2023-01-01 09:12:14 NAVENDA NÛÇEYAN - Kesên di sala 2022’yan ji bo edalet, kar, jiyana ekolojîk ji Rihayê heta Mûglayê ji Îkîzereyê heta Îkîzkoyê li ber xwe dan, roja ewil a sala 2023’yan bi berxwedanê pêşwazî kirin.  Sala 2022’yan li Tirkiyeyê li gelek qadan şahidiniya berxwedanê kir. Karkerên li Ataşehîrê, kesên li Mûgla û Rîzeyê têkoşîna ekolojiye didin, malbata Şenyaşar a li Rihayê daxwaza edaletê dike, parlamenterên li dijî tecrîdê li ber Wezareta Edaletê li ber xwe didin, bi berxwedanê ketin sala 2023’yan.    DAXWAZA EDALETÊ YA MALBATA ŞENYAŞAR   Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin kete roja 664’an. Emîne Şenyaşar a têkildarî berxwedana didome axivî, diyar kir ku yekane daxwaza wan edalet e û ji bo berdana kurê wê Fadil Şenyaşar were berdan û kesên kurên wê û hevjînê wê qetilkirin bên cezakirin dê têbikoşe.    TÊKOŞÎNA EKOLOJİYÊ YA ÎKÎZKOYLUYAN   Çalakiya Îkîzkoyiyan ku di sala 2022’yan de li daristana Akbelenê ya navçeya Mîlasê ya Mûglayê ya li dijî berfirehkirina qada madenê li ber xwe dan, kete roja xwe ya 531’an. Îkîzkoyluyên tevî hemû astengkirin û zextan li ber xwe didin, wê sala 2023’yan jî bi berxwedanê pêşwazî bikin. Seroka Komîteya Hawirdorê ya Îkîzkoyê Necla Işik diyar kir ku bi berxwedana li Akbelenê re ew ketine sala 2023’an û got: “Em hêvîdar in ku talankirina xwezayê wê bi dawiya sala 2022’an re biqede. Em li qada nobetê ne. Hevalên li Akbelenê dest bi hatina vir kirin. Ji bo qadên me yên jiyanê, hewa û ava paqij wê têkoşîna me bidome. Em ji bo sala 2023’yan bi hêvî ne. Haya me jê heye ku sala 2023’yan wê bi berxwedanê bidome. Em ê dest jê bernedin.”    ÎKÎZDERE   Li navçeya Îkîzdere ya Rîzeyê berxwedana ku ji aliyê gelê herêmî ve li dijî kana kevir a ji aliyê Cengîz Înşaatê ve avakirina wê didome hatibû destpêkirin berdewam dike. Komeleya Hawirdorê ya Îkîzdere (ÎÇDER), li Geliyê Eşkencîdere yê ku di şeva sersalê de ji aliyê Înşeata Cengîz ve hatibû talankirin çalakiya nobetê li dar xist. Berdevkê Çapemeniyê yê Komeleya Hawîrdorê ya Îkîzdereyê Asûman Fazlioglû derbarê çalakiya nobetê de wiha got: “Li gelek deveran ruhset hatiye dayîn, hilweşandin wê di sala 2023’yan de bê zêdekirin. Divê em ji vê re amade bin.”   BERXWEDANA ODTUYIYAN   Ji bo “Projeya Pêwendiya Rêya Girêdanê ya Bilkent-Încek” ku ji hêla Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê (ABB) yê berê Melîh Gokçek ve hatibû destpêkirin, di 4 û nîv kîlometreya herêmê re derbas dibe, bi sedan dar bi şev hatin birîn. Xebatên rê yên di serî de li ser bertekên parlamenterên CHP’ê û rayagiştî hatibûn rawestandin, piştî ku Şaredarê Enqereyê yê CHP’î Mansûr Yavaş bi Erdogan re hevdîtin kirin di sala 2022’yan jinûve hate destpêkirin.    Piştî ku rewş hate ferqkirin ODTU’yiyan û Enqereyiyan li qada xebatê berxwedanek dane destpêkirin û xebatên rêya ku weke “Rêya rantê” tê binavkirin rawestand. Ji bo betalkirina projeye daxwazname hatin dayîn, girseya ku xwest daxwaznameyan li Meclisa şaredariyê bişopîne hate astengkirin. Li ser berteka girseyê polîsên çevîk sewqî wir hatin kirin. Polîsan bi gaza îsotê êrişî girseya li ber Meclisa şaredariyê kirin û bi lêdanê 6 kesş binçavkirin. Enqereyî û ODTU’yiyên li dijî projeya rêyê di sala 2022’yan de li ber xwe dan sala 2023’yan jî bi berxwedanê pêşwazî kirin.    LI DIJÎ OSB’Ê NOBET   Li gundê Çambuku yê navçeya Taşova ya Amasyayê, ku çavkaniya sereke ya debarê xwedîkirina heywanan e, têkoşîna ku gundiyan li dijî daxwaza avakirina Herêma Pîşesazî ya Organîzeyî (OSB) li ser çêregehê dan destpêkirin, dewam dike. Li Çambukuyê ku bêyî biryara dadgehê encam bigire makîneyên kar ketinê, di êvara 31’ê kanûnê de gundiyan ji bo parastina qadên xwe yên jiyanê nobed girtin.    BERXWEDANA KARKERÊN ATAŞEHÎRÊ    Li Navenda Fînansê ya Ataşehîrê ya Stenbolê 14 karkerên înşaetê yên endamên DÎSK Dev Yapi-Îş’ê û Înşaat-Îş’ê dixebitin 5 roj in li ber înşaetê ji bo mafên xwe li ber xwe didin. Berxwedana 14 karkerên ku mûçeyên xwe wernegirtine û dixwazin mafên wan ên reha bên îadekirin, wê di sala 2023'an de jî dewam bike. Serokê Giştî yê Sendîkaya DÎSK/Dev Yapi İş’ê Ozgur Karabulut axivî û diyar kir ku berxwedana ku karkeran ji bo mûçe û mafên xwe yên reha dane destpêkirin dê di sala 2023’yan de berdewam bike. Karabûlût got: “Hem têkoşîna rûmetê hem jî têkoşîna nan wê bidome.     JI BO ABDÛLLAH OCALAN LI BER MECLISÊ NE   Cihekî din ê berxwedan lê berdewam dike jî Meclisa Tirkiyeyê ye. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi daxwaza Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike dest bi Nobeta Edaletê kirin. Berxwedana ku 10 roj li pey xwe hişt dê di sala 2023’yan de jî berdewam bike.    MA / Mujdat Can