Li ser sînor 30 kolber hatin qetilkirin 2023-01-01 14:13:30 NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî bîlançoya Kolbernewsê, di sala 2022’yan de li ser sînorê rojhilatê Kurdistanê 29 kolber ji hêla rejîma Îranê û kolberek jî ji hêla leşkerên dewleta tirk ve hatin qetilkirin.    Kolbernewsê bîlançoya kolberên ku di sala 2022’yan de hatin qetilkirin parve kir. Li gorî bîlançoyê; di encama êrişên hêzên rejîma Îranê û artêşa tirk de 215 kolber birîndar bûn û 43 kolberan jî jiyana xwe ji dest dan. Ji kolberên jiyana xwe ji dest dayîn 29 jê ji hêla pasdarên Îranê û yek jî ji hêla leşkerên artêşa tirk ve hatin qetilkirin. Hat ragihandin ku kolberên din jî ji ber şert û mercên dijwar ên hewa, ji ketina cihên bilind, nexweşiyên dil û qezayên trafîkê jiyana xwe ji dest dane.