Di Operasyona Birûska Cizîrê de 40 DAIŞ’î hatin girtin 2023-01-01 16:03:02 NAVENDA NÛÇEYAN - Di Operasyona Birûska Cizîrê ya HSD’ê de 40 endamên DAIŞ’ê hatin girtin.    Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di destpêka hefteyê de li dijî hucreyên DAIŞ’ê bi navê “Birûska Cizîrê” operasyoneke berfireh dabû destpêkirin. Operasyon hêj berdewam e û hat ragihandin ku heta niha 40 DAIŞ’î hatine girtin. HSD’ê da zanîn ku xebatên lêgerînê yên li Hol, Til Hemîs û Til Birakê berdewam in.