Xebatkarê şaredariyê întîhar kir 2023-01-02 08:30:07   ŞIRNEX - Xebatkarê Şaredariya Silopiyayê Suleyman Dogan întîhar kir.     Hat diyarkirin ku li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê xebatkarê şaredariya navçeyê Suleyman Dogan ku ajokarê otobusê bû, jî ber sedemeke nayê zanîn întîhar kir û dawî li jiyana xwe anî. Piştî ku malbat pê hesiya cenazeyê Dogan ji bo rapora otopsiyê birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê. Bi dû karûbarên otopsiyê re cenazeyê wî li goristana navçeyê hate definkirin.