Parêzera Fîncanci: Dadgeh di bin zextan de ye 2023-01-02 09:00:36 STENBOL - Şevîn Kaya, parêzera Seroka TTB'yê Şebnem Korûr Fîncanci, bilêv kir ku dadgeh di bin zextan de ye û got: "Tenê 3 parêzer dikarin daxilî dozê bibin. Mafê parastinê hat binpêkirin."  Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci ji ber daxuyaniyên xwe yên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî yên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine bikaranîn, hedef hatibû girtin û paşê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin. Danişîna dozê ya duduyan di 29'ê Cotmehê de hatibû lidarxistin û nehatibû berdan. Doza Fîncanciyê dê di 11'ê Çileyê de li Dadgeha Cezayê Giran a 24'an a Stenbolê bidome. Ji parêzerên Fîncanci, Şevîn Kaya, têkildarî girtina muwekîla xwe axivî.    DADGEH DI BIN ZEXTAN DE YE   Kaya bibîr xist ku piştî nirxandina Fîncanci ji aliyê desthilatê ve wekî "xayîn" û "terorîst" hatiye sûcdarkirin û got ku piştî van nirxandinên ku muwekîla wê ji ber wan hatiye girtin Wezareta Parastinê daxuyandiye ku di warê çekên kîmyewî de lêkolîn kirine. Parêzer Kaya wiha axivî: "A rast beyanên Wezareta Parastinê, bi beyanên xwe eşkere kiriye ku bê Fîncanciy xwestiye çi bibêje."    Kaya da zanîn Fîncanci pispora tiba edlî ye û nirxandinên wê jî di vê çarçoveyê de bûne û muwekîla wê di danişîna ewil a di 23'yê kanûnê de bi berfirehî behsa pisporîtiya tiba edlî kiriye. Kaya wiha domand: "A rast dadgeh û dozgeriyê di vî warî de ders ji Şebnem Korûr Fîncanci wergirtiye. Lê mixabin dadgeh du danişînin mamoste Şebnemê bernade. Pir eşkere ye ku dadgeh di bin zextan de ye. Ji lew re tenê 3 parêzer dikarin daxilî dozê bibin. Mafê parastinê hat binpêkirin."    Kaya bertek nîşanî mutalayê jî da ku têde daxwaza cezakirina Fîncanci tê kirin û got ku ev mutalaa "nayê qebûlkirin." Kaya bilêv kir ku ji ber pergala dadgehê, ji ber helwestên dadgehê yên li hemberî mamoste Şebnemê û sînordarkirina daxilbûna parêzeran a ji bo dosyeyê wan doza redkirina dadger kiriye, lê dadgehê vê daxwaza wan red kiriye."    Kaya destnîşan kir ku ew ê li ber vê biryarê rabin û banga ji bo beşdariya danişîna 3'yan ku dê di 11'ê çileyê de bê lidarxistin kir.