Cenazeyê welatiyê ku di Çemê Dîcleyê de winda bûbû hat dîtin 2023-01-02 10:45:09   ŞIRNEX - Li gundê Kereşa yê Cizîrê cenazeye welatiyê ku duh kete Çemê Dîcleyê û winda bûbû, hat dîtin.    Li gundê Kereşa yê bi ser navçeya navçeya Cizîrê ya Şirnexê ve welatiyê bi navê Ahmet Taşar (48) ku bi hevalên xwe re çûbû seyranê di encama ku lingê wê şemitî de, ketibû Çemê Dîcleyê û winda bûbû. Cenazeyê Taşar ku ji duh ve winda bû, di encama xeatên lêgerînê de hat dîtin.    Cenazeyê Taşar ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.