KON-MED: Em bi girseyî cenazeyên xwe bişînin Kurdistanê 2023-01-02 12:48:35   NAVENDA NÛÇEYAN - KON-MED'ê daxuyaniyek weşand û bang li kurdên li Ewropayê kir ku sibê berê xwe bidin Parîsê û beşdarî merasîma cenazeyan bibin.   Konfederasyona Komeleyên Kurd li Elmanyayê (KON-MED) daxuyaniyek weşand û bi bîr xist ku ji bo Endama Konseya Rêveberiya KCK'ê Emîne Kara (Evîn Goyî), hunermend Mîr Perwer û welatparêzê kurd Abdûrrahman Kizil ên di 23'ê kanûna 2022'yan de li Parîsê hatin qetilkirin, wê sibe merasîma cenaze bê lidarxistin.   Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku gelê kurd wê hesabê van komkujiyan teqez bipirse û wiha hat gotin: "Dadgeriya Fransayê jî divê dest ji vê helwesta xwe berde ku wijdanê civakê bi taybetî jî wijdanê civaka Fransayê diêşîne.   Em ê bi hemû rê û rêbazên demokratîk û hiqûqî hesabê şehîdan bipirsin. Em bang li Kurdistaniyên li Elmanyayê dikin ku wezîfeya xwe ya ji bo şehîdan bi cih bînin û berê xwe bidin Parîsê. Di 3'ê çileya 2023'yan de em ê hersê şehîdên xwe bişînin Kurdistanê. Ji bo bîranîna wan, em bi rengekî xurt şehîdên xwe bişînin."