Wezîrî 2 sal berê ji bo rêya ku 6 kes lê mirîbûn soza ‘rêwîtiya biewle’ dabû 2023-01-02 14:20:28 MÊRDÎN - Li ser rêya di navbera Mêrdîn-Mîdyatê de heta niha gelek caran qezayên trafîkê çêbûn û 6 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji bo ku li rê weke du şerîd bên çêkirin û ji hev bên cudakirin ev 2 sal in xebat tên kirin lê hêj jî bi dawî nebûye. Wezîrê AKP’î soza “rêwîtiya biewle” dabû lê ev soz pêk neanî.    Li ser rêya di navbera navçeyên Mîdyad û Mehsertê yên Mêrdînê de wesayîteke ku xebatkarên walîtî û zanîngehê tê de bûn ji kontrolê derket û wergeriya. Di encamê de 6 xebatkarên cemaweriyê jiyana xwe ji dest dan û 5 jî birîndar bûn. Cenazeyên kesên mirîn rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mîdyadê. Kesên birîndar jî li nexweşxaneyên Mîdyad û Mêrdînê tên tedawîkirin.    BI DERFETÊN XWE KIRÊ KIRIN   Hat zanîn ku wesayîta qeza kirî, wesayîta bazirganiyê ya sivik e û xebatkarên cemaweriyê bi derfetên xwe kirê kiriye. Hat zanîn ku berevajî wesayîtên ku ji bo xebatkarên walîtî û zanîngehê tên kirêkirin, ev wesayît bi kapasîteya 11 rêwiyan e û ji ber ku bo xebatkaran wesayît nehatiye kirêkirin, xebatkaran bi derfetên xwe ev wesayît kirê kirine.    WEZÎR TEV LI VEKIRINA RÊ BÛ   Hat zanîn ku beriya niha jî li gundê Xirbêtagu yê Mehsertê gelek qeza çêbûne. Rêya behsa xeberê tenê bi qasî 18 kîlomîtroyan weke coşerîdên jihev cudakirî hatiye çêkirin û 41,1 kîlomîtroyên wê jî tenê yek şerîd e. Her wiha parlamenter û wezîrên AKP’ê gelek caran ji bo vê rêyê propagandayê dikin. Li gel ku her carê dibêjin dê rêyê weke du şerîdên ji hev cudakirî çêbikin jî ev pêvajo tu carî neqediya. Xebatên di vê çarçoveyê de di hezîrana sala 2021’an de bi navê “Rêya Jihevcudakirî ya Mêrdîn-Mîdyatê” hatibûn destpêkirin. Hîmê projeyê jî di 16’ê hezîrana 2021’an de bi tevlibûna Wezîrê Veguhestin û Binesaziyê Adîl Karaîsmaîloglû hatiû avêtin. Wezîr wê demê soza “rêwîtiya beewle” dabû lê tu carî ev soz bi cih ne anî. Tevî ku bi ser re 2 sal derbas bûne jî ev rê hêjta nehatiye temamkirin.