Kazan: Daxwaza ‘bila tevdîrê deynin ser alîkariya Xizîneyê ya ji bo HDP’ê’ skandala hiqûqî ye 2023-01-02 15:31:02   STENBOL - Serokê Baroya Stenbolê yê berê Turgut Kazan bal kişand ser daxwaza Serdozgerê Dadgeha Bilind ku digot “Bila tevdîrê deynin ser alîkariya Xizîneyê ya ji bo HDP’ê” û wiha got: “Ev rewş binpêkirina xala 69’an a Makeqanûnê ye. Ev daxwaz, skandala hiqûqê ye.”    Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, Bekîr Şahîn weke Serdozgerê Dadgeha Bilind hilbijartibû. Şahîn, derheqê girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de îdianame amade kiribû û ev îdianame ji hêla Dadgeha Makeqanûnê ve hatibû qebûlkirin. Di demekî ku pêvajoya dozê li AYM’ê didomiya de îcar Şahîn di 19’ê kanûnê de xwest ku HDP nekare ji alîkariya Xizîneyê ku dê di 10’ê çileyê de were dayîn sûd bigire. AYM’ê jî ragihand ku dê vê daxwazê di 6’ê çileyê de binirxîne. Serokê Baroya Stenbolê yê berê Turgut Kazan li ser hesaba xwe ya medyaya civakî bertek nîşanî vê daxwazê da.    BINPÊKIRINA MAKEQANÛNÊ YE   Kazan, daxwaza Şahîn weke “skandala hiqûqê” pênase kir û wiha bal kişand ser Makeqanûnê: “Daxwaza ji bo ku tevdîrê deynin ser alîkariya dê ji HDP’ê re were kirin, skandaleke hiqûqê ye. Xala 69’an a Makeqanûnê dibêje ku heke dijraberiya di dozê de teqez bibe, wê demê dikare ‘qismekî vê alîkariyê yan jî bi temamî’ were qutkirin. Lewma jî teqez nabe ku mueyîdeyek weke tevdîr bikeve meriyetê. Tê payîn ku hilbijartin di mehên gulan, nîsanê de bên lidarxistin û di rewşeke wiha de divê hîn bêhtir alîkariyê bidin partiyên siyasî. Dervehiştina HDP’ê ya ji vê alîkariyê hîle ye û dê wisa bê hesibandin. Dixwazim wisa bawer bikim ku AYM xeletiyeke wiha nake û divê neke.”