Malbata Kurt piştî 7 salan cenazeyê kurê xwe wergirt 2023-01-02 16:56:46 AMED - Cenazeyê endamê YPS’ê Aydin Kûrt piştî 7 salan radestî malbatê hat kirin.  Di salên 2015-2016’an de li gelek bajarên bakurê Kurdistanê qedexeya derketine derve hatibû îlankirin. Ev qedexe di dîrokên cuda de li bajarên Gimgim, Cizîr, Silopî, Nisêbîn, Gever, Farqîn û Sûrê jî di nav de 7 bajar û 35 navçe bi qedexeyên hatibûn îlankirin. Li navçeya Gever a Colemêrgê qedexeya derketina derve 5 caran hatibû îlankirin. Li navçeyê qedexeya herî dirêj ku 79 rojan dewam kiribû, di navbera 13'ê adar û 31'ê cotmeha 2016'an de hatibû îlankirin. Di dema vê qedexeyê de zêdetirî 90 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û hin cenaze jî radestî malbatan nehatibû kirin.   PIŞTÎ 7 CARAN CENAZEYÊ KURÊ XWE DÎT   Ji van cenazeyan yek jî yê endamê Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) Aydin Kurt (Egîd Dildar) e. Piştî 7 salan cenazeyê Kurt radestî malbatê hat kirin.  Li gorî nûçeya JinNewsê encama xwîna malbatê ya DNA’yê derketiye û ew çûne Goristana Bêkesan ya li Erziromê cenazeyê kurê xwe werbigirin. Malbatê her wiha destnîşan kir ku dê cenaze bînin li Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rêzanê ya Amedê defin bikin.   ‘EZ EGÎD DIKIM MÊVANÊ ÇIYAGER’   Dayika wî Peyrûze Kûrt bi lêv kir ku ji bo cenazeyê kurê xwe bibîne gelek caran xwîn daye û serlêdan kiriye lê tevî hemû serlêdanan jî bêencam mane. Kurt bi van gotinan hêstên xwe anî ziman: “Ez gelek şad û kêfxweş im ku cenazeyê kurê xwe tînim Amedê. Ez kurê xwe tînim dikim rêheval û mêvanê Çiyager. Ez bawer im ku ev û doza wî ya ku nîvî maye wê bi hezaran Egîd bibin serî. Wê bi hezaran Egîd serê xwe bilind bikin û xwîna wî li erdê nahêlin. Hêviya min pir xurt û mezin e. Heta ku xwîn di canê min de hebe ez ê xwedî li doza wî derbikevim û vê dozê bimeşînim. Ez ê li ser şopa Egîdan bim. Ez 7 sal in li hestiyê Egîdê xwe digeriyam. Ji ber ku min îro Egîd dîtiye ez gelek kêfxweş im. Çawa ku ev 7 sal in min hêviya xwe winda nekir min heta cenazeyê kurê xwe dît, ez bawer dikim ku dê bi vê hêviyê Kurdistan jî ava bibe.”