Berxwedana ji Gabarê ber bi Silopiyayê ve: Fatma Uyar 2023-01-03 09:01:50   ŞIRNEX - Ji sê jinên siyasetmenderên kurd ku li Silopiyayê hatine qetilkirin Fatma Uyar li pişt xwe tekoşîneke bêhempa hişt. Dayika wê Hatîce Uyar diyar kir ku ew ê heta dawiyê li pey doza wê bimeşe û got: "Keça min rêya heqiyê de mir, serê min netewand, ez bi wê serbilind im û ew şehîda Kurdistanê ye."    Li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê di 4'ê çileya 2016'an de Endam Meclisa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr, Hevseroka Meclisa Gel ya Silopiyayê Pakize Nayir û Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Uyar di dema qedexeya derketina derve de hedef hatin nişandin û hatin qetilkirin. Yek ji sê siyasetmenderên jin ê kurd Fatma Uyar, di 28'ê tebaxa 1988'an de li gundê Dihokê yê ku di quntarên çiyayê Gabarê dimîne weke duyemîn zaroka malbateke ji 7 zarokan pêk tê ji dayik dibe. Dema ku Fatma hê sê mehî bûye ji ber zextên dewletê gundê wan tê valakirin. Bapîrê wê Temer Uyar tê girtin û 12 sal cezayê girtîgehê lê tê birîn. Malbata Uyar a ku ji gund ji nêçariya xwe koçber dibin, li gundê Milga Şantiyê yê girêdayî Şirnexê bi cih dibin. Lê belê li vir jî rastî heman zextan tên û piştî 2 salan ji vir jî koç dikin û derbasî bajarê Şirnexê dibin. Li vir Fatma dest bi dibistanê dike û piştî ku heta pola 5'an dixwîne dev jê berdide. Fatma dema ku dev ji dibistanê berdide di wê de lêgerînek dest pê dike û di salên 2000'an de di nav xebatan de cih digire û di nava tekoşîna ciwanan de bi awayeke çalak cihê xwe digire. Fatma Uyar, di sala 2009'an de tê girtin û 5 sal di girtîgehê de dimîne. Piştî ku salek li ser girtina wê derbas dibe vê carê jî bavê wê Reşît Uyar (53) hat girtin û cezayê muebedê lê hat birîn.   BAV Û DAYIK GIRTIN, DERHEQÊ BIRAYÊ WÊ DE JÎ LÊPIRSÎN DEST PÊ KIR    Fatma, ku piştî 5 salan ji girtîgehê derdikeve ranawaste û di nav xebatên jinan de cihê xwe digire. Li Şirnexê bi enerjiya xwe ya ciwantî mal bi mal digere û jinan birêxistin dike. Fatma ya ku bi kelecana xwe û enerjiya xwe ya ku qet naqede jinan bandor dike û navê wê hê di kolanên Şirnexê de li ser zimanan e. Fatma bi 2 hevreyên xwe re bi 3 guleyên ku li bedena wê dikevin hat qetilkirin. Di qedexeyan de mala wan hate gulebaran kirin û biryara hilweşandinê hate dayîn. Piştî qetilkirina Uyar jî derbarê birayê wê de ji ber ku tev li merasîma cenazeyî bûbû lêpirsîn hat destpêkirin. Bi vê jî sînordar neman û di sala 2016'an de li ser mala wan de girtin û dayika wê Hatice Uyar (50), bi îdiaya "endama rêxistinê ye" hate girtin û 2 meh û 10 roj girtîgehê de ma. Uyar a ku bi hevserê xwe re di girtîgehê de dima, piştî ku hat berdan soz da û di nav xebatên Partiya Herêmên Demokratîk (HDP) de cihê xwe girt. Uyar, niha di rêveberiya HDP'ê ya Şirnexê de bi awayeke çalak di nav xebatan de ye. Uyar 2 sal in jî neçûye hevdîtina hevjinê xwe yê ku li Girtîgeha Beşikduzu ya Trabzonê girtî ye û wî nedîtiye. Tiştê ku ji Fatmayê ji wê re maye jî ew e ku cara dawî ku pora xwe hine dike û wêneyê ku dikişîne dimîne.    'EZ Ê LI PEY DOZA WÊ BIMEŞIM'   Dayika Uyar diyar kir ku wê soz daye ku ew ê heta dawiyê li pey rêça keça xwe bimeşe û wiha axivî: "Ev 7 sal di ser qetilkirina wan re derbas bû. Lê belê hê ev komkujiye nehatiye ronîkirin. Kê ev sê jin kuştin? Bixwedê tenê dilopek xwînê di laşê min de bimîne ez ê li pey doza wê bimeşim. Em şer naxwazin, girtin naxwazin, nexweşî naxwazin. Em naxwazin ku kesek bê kuştin jî. Kezeba hemû dayikan yeke. Em dayik aştiyê dixwazin. Em dixwazin ku ev şer û xwîn bê sekinandin. Dema ku Fatma di girtîgehê de bû bi rastî jî min gelek zehmetî kişandin. Ez geh diçûm girtîgeha Sêrtê hevditinê û geh jî diçûm girtîgeha Mêrdînê. Min gelek zehmetî kişandin. Lê min dîsa jî ew roj derbas kirin. Min êş kişandin, zehmetî dit lê dîsa jî ez pê serbilind bûm. Piştî Fatmayê jî min soz da û di nav xebatên partiyê de cihê xwe girt. Dema ku min ev biryare da jî min bi îradeya xwe da. Ji vir û şûnde ez tişteke din nakim. Ji roja ewil heta niha ez di nav vê partiyê de bûm û heta ku ez saxbim jî ez ê di nav partiyê de bim û li pey doza xwe bim."    'EW ŞEHÎDA KURDISTANÊ YE'    Uyar bi lêv kir ku keça wê li pey xwe tekoşîneke mafdar hiştiye û wiha got: "Piştî ku Fatma hatiye qetilkirin birayê wê ji ber ku got, 'Fatma mir lê em hene' derheqê wî de doz hat vekirin. Heta niha jî doza wî didome. Li şûna ku ji kujerên wan hesab bê pirsîn ji me digirin û didarizînin. Jixwe diyar e ku dewletê Fatma û hevalên wê kuştiye. Lê belê hê niha jî em nizanin ku kê ev kuştin, li ku kuştin û çawa hatin kuştin. Ne kincên wan û ne jî tişteke van însanan nedan me. Hema nebû kincên wan bidana me. Me ewqas pirs kir û daxwaz kir. Lê dewletê got, 'tişteke wan destê me de nîne'. Ev 7 sal in yek deqîqe jî Fatma ji ber çavê min neçûye. Çimkî di rêya heqiyê de hatiye kuştin. Serê min pê netewiya û ez pê serbilind im. Heta ku mirina wê jî ji min re serbilindî ye. Ew li ser axa xwe û ji bo rûmeta xwe çû. Raste kezebe, kezaba mirovî dişewite, lê belê ez bi wê serbilind im, ew şehîda Kurdistanê ye. Doza axa xwe kir û heqê xwe kir."