‘Keça me li ber zilmê rabû û çû çiyê’ 2023-01-03 09:16:27 AMED - Malbata endama YJA-STAR’ê Havva Alkan ku li şerê Zapê jiyana xwe ji dest da, anî ziman ku zilma li ser civakê û malbatê bandor li ser keça wan kir û ji ber zilma li malbatê hatibû kirin û li civakê tê kirin berê xwe da çiyê.  Endama Yekîniyên Jinên Azad (YJA-Star) Havva Alkan (Medya Ozgur), di 27’ê adara sala 2015’an de li Amedê tev li PKK’ê dibe û piştî êrişên li ser Şengalê ew jî derbasî Şengalê dibe û li dijî DAIŞ’ê şer kiriye. Paşê ji Şengalê vedigere cihê ku jê çêbû. Ji roja şerê Tirkiyeyê yê li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên bi ser başûrê Kurdistanê ve dest pê kiriye, Alkan jî li qada şer li ber xwe daye.    Alkan di 25’ê mijdarê 2022’yan de di şerê li Girê Cûdî yê li Zapê de jiyana xwe ji dest dide. Dayika Havva Alkan, Anber Alkan û bavê wê Ragip Alkan têkildarî keça xwe axivîn.    ‘EM BI KEÇA XWE SERBILIND IN’    Anber Alkan anî ziman ku têkiliya keça wê bi malbat û civakê re pir baş bûye û ji aliyê derdora xwe kesek pir hatiye hezkirin. Alkan diyar kir ku apê wê Ganî Alkan di sala 1980’an de Li Zindana Amedê maye û îşkence lê hatiye kirin û dema wan qala apê wê dikir vê yekê bandorê li ser wê dikir. Dayik Alkan wiha qala tevlibûna keça xwe ya nav PKK’ê kir: “Apê wê Nuretîn Alkan (Kevnar Amed) jî di sala 1994’an de jiyana xwe ji dest da. Me jî li malê her tim qal dikir, zilm û zora li ser malbatê û gel bandor li ser wê jî kir. Bandora herî zêde jî teqîna li dijî mîtînga HDP’ê li Amedê li ser wê kir. Piştî teqînê di tebaxa 2015’an de tev li gerîla bû.”    Alkan da zanîn ku dema keça wê çûye di heman demê de li mala wan şîranî hebûye û ji wan re nameyek ku têde gotiye dê tev li PKK’ê bibe li pey xwe hiştiye. Alkan bi lêv kir ku keça wê piştî 7 salan jiyana xwe ji dest daye û got: “Em ê şehîdên xwe ji bîr nekin û li ser rêça wan bimeşin. Serê me pê serbilind e.”    ‘TU CARÎ ZILM QEBÛL NEDIKIR’   Bavê Havva Alkan, Ragip Alkan jî anî ziman ku ji ber kar her tim ew li derve bûye jî lê têkiliya wî û keça wî baş bûye. Alkan destnîşan kir ku keça wî tu carî zilmê qebûl nedikir û axaftina xwe wiha domand: “Ji hevalên xwe re pir baş bû, her tim hevalên xwe difikirî digot bila tu tehdeya min negehêje hevalên min. Di nav malê û cîranan de pir dihat hezkirin. Digot ‘ez ê tola apê xwe yê zindana Amedê û apê xwe yê ku şehîd ketiye hilînim’. Helbet ne tenê ji bo malbat û apê xwe ji bo zilma li ser gelê xwe jî rabû û tev li gerîla bû.”   DEST JI DIKANA XWE BERDIDE Û DIÇE ÇIYÊ    Alkan diyar kir ku  piştî perwerdeya kuaforiyê keça wî dikana kuaforiyê vekiriye û lê her tim bandora serpêhatiyên malbat û pirsgirêkên civakê bandor li ser wê kiriye. Bav Alkan bi lêv kir ku dema wî bihîstiye ku keça wî canê xwe ji dest daye li Mersîne li ser kar bûye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Piştî ku tev li bû her ku balafir li Amedê radibûn Havva dihat bîra min. Me dizanibû wê rojekê agahiya şehadeta wê jî me re were. Lê dîsa jî me bawer nedikir. Hê jî ez bawer nakim. Ez hê jî dibêjim zûbû ku Hewa şehîd ket. Em her tim diayan dikin û dibêjin êdî bila ev zilm û şer bi dawî bibe. Gelek ciwan şehîd dikevin. Wê heqê mazlûman ji zaliman re nemîne. Em bi hêvîne ku ew roj jî wê were.”