Ji bo zaroka hatiye revandin meleye mizgeftê xistin dewrê! 2023-01-03 09:44:17     ÊLIH - Ji zaroka keç ku G.Y.’yê kekê wî cerdevan revandiye 25 roj in agahî nayên girtin. Bavê zarokê, Y.A. diyar kir ku birayê G.Y. yê di mizgeftekê de dixebite ji bo “zewacê” ketiye dewrê û bi gotina “Ji ber kesên keça min revandine cerdevan in nayên dîtin” bertek nîşan da.    Zaroka 14 salî ya bi navê K.A. ku xwendekara fêrgehê ye, ji aliyê G.Y. (20) ku kekê wî cerdevane ve li Taxa Çamlica ya Êlihê hate revandin û ev 25 roj in tu agahî jê nayên girtin. Li gorî agahiyan, K.A., di êvara 10’ê kanûnê de piştî etûtê ji fêrgehê derket û di dema derketinê de G.Y. rê li ber girt û xwest bi darê zorê pê re biaxive. Ji wê rojê heta niha jî tu agahî ji K.A. nayên girtin.    Dîmenên wan ji hêla kamerayên li Parka Jiyanê ve hatin kişandin lê tevî vê yekê jî K.A. nayê dîtin. Piştî serlêdanên malbata zarok a li polîs û dozgeriyê li mala ku G.Y. tenê lê dijiya lêgerîn pêk hat.    MALBAT DIBE HEVKARÊ SÛC   Bendewarıya bi fikar a malbatê berdewam dike, hat diyarkirin ku birayê G.Y. yê mele ji bo “zewacê” ketiye dewrê.    Bavê K.A.’yê Y.A. diyar kir ku ji bo ji keça xwe agahiyekê bigirin tu der neman ku serî lê bidin û anî ziman ku ji jiyana wî bi fikar in. Y.A. bi lêv kir ku keça wî bi çeka dewletê daye cerdevanan hatiye revandin û wiha got: “Tevî ku kesê revandî kî ye, navnîşana wî li ku ye, dikare li ku bimîne û gelek agahiyên din tên zanîn jî nayê dîtin. Ji malbatê jî kesekî ku hatiye binçavkirin nîne. 25 roj in tu agahiyan nadin me. Serlêdanên me li dozgerî û miduriyeta polîsan kirin bêencam mane. Tenê ji me re navbeynkar dişînin. Navbeynkarên ji bo zewicandinê dişinin cem me, ji bo zewazê pêşniyaran dikin. Bila kes nebe navbeynkar, keça min a biçûk li ku be bila demildest vegere mala wê.”   Y.A. da zanîn ku kekê G.Y., M.E’yê ku li Mûşê meletiyê dike ji bo zewacê ketiye dewrê û wiha berdewam kir: “Malbat malbateke cerdevan e. Kekekî zarok li Mûşê meletiyê dike. Ji bo zewacê navbeynkaran dişînin. Kesên ku dişinin cem me nizanin ku ya hatiye revandin zarokeke. Bersiva min a ji bo wan zelal e; ez keça xwe dixwazim. Her kî be ku zarokeke biçûk direvînin û hewl didin bi darê zorê bidin zewicandin sûc dikin. Bila kes ji vî sûcî re nebe hevkar.”   ‘JI BER MALBATA WÎ CERDEVANE NAYÊ DÎTIN?’   Bav Y.A. anî ziman ku bi rojane xew bi çavên wan neketiye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dayika wê ji giriyê bêhal ketiye. Ji ber kesên keça min revandine cerdevan in nayên dîtin? Dewlet ew çek ji bo zarokan birevînin daye wan? Xwe li ber pişt vê çekê vedişêrin û keça min direvînin. Ez bang li civakê dikim; zarokên we jî hene. Zarokeke di vê temenê de tê revandin û dixwazin bidin zewicandin. Ez bang li herkesên xwedî wijdan dikim ku ji bo keça min were dîtin bibin alîkar û dengê xwe derxînin.    MA / Fethî Balaman