Têkildarî hestiyên li Geliyê Zîlan hatin dîtin hê jî lêpirsîn nehatiye destpêkirin 2023-01-03 09:55:36   WAN - Li Geliyê Zîlan li ser hestiyên bi hezaran qurbaniyên komkujiyê bendav hat çêkirin. Bi kêmbûna ava bendavê re hestiyên mirovan derketin holê. Parêzer Jiyan Ozkaplan got tevî serlêdana wan jî lêkolîn nehatiye destpêkirin.    Li Geliyê Zîlan a bi ser navçeya Erdîşa Wanê ve di tîrmeha 19930’an de dewletê welatiyên kurd bi komî qetil kiribû û komkujiyek hovane pêk anîbû. Li Geliyê Zîlan ku bi hestiyê mirovan tije ye, Bendava Koçkopru li ser çem hat çêkirin. Bi kêmbûna ava bendavê re di meha kanûnê de gelek hestiyên mirovan derketin holê. Bi pêşengiya Navenda Mafên Mirovan a Baroya Wanê, şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ên Wanê, Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a Wanê û Komeleya Pêşvebirina Lêkolîna Parastina Berhemên Dîrokî ya Wanê (Çev-Der) di 22’yê kanûnê de çûn herêmê û lêkolîn kiribûn.    Parêzeran piştî lêkolîna li herêmê ji bo hestiyên derketine qeraxê avê bên berhevkirin û lêkolînkirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Erdîşê dabûn.    BI SEDAN HESTÎ LI QADÊ NE    Rêvebera ÎHD’a Wanê parêzer Jiyan Ozkaplan bi bîr xist ku ew bûyerê ji çapemeniyê hîn bûne û pişt re çûne herêmê lêkolînan pêk anîne û wiha got: “Li derûdora Geliyê Zîlan gelek gund û Bendava Koçkopru heye. Hestî li vê qadê derketine holê. Me wek şandeyek ji 6 kesan pêk dihat çûn qadê. Hestiyên ku derketine holê li ber çavan e. Gelek hestî hebûn. Bi sedan hestî hebûn. Me hin wêne û vîdeo kişandin.”    HÊ JÎ LÊPIRSÎN HEHATIYE DESTPÊKIRIN    Ozkaplan da zanîn ku hestiyên derketine holê yên mirovan bûn û wiha axivî: “Hestiyên derketine holê aydê serî, çene, pişta mirovan e. Piştî me hestiyan tomar kir, me serî li Serdozgeriya Komarê ya Erdîşê da û daxwaznameya gilîkirinê pêşkêş kir. Me bi ozgeriyê re hevdîtinek jî pêk anî. Me di hevdîtinê de rewşê vegot û wêneyên me girtibûn nîşan da. Me got divê ku ev hestî hildin bin parastinê. Çimkî em nizanin ku hestî aydê kê ne. Me di 22’yê kanûnê de serî li dozgeriyê da lê me hê jî tu bersivek negirtiye. Hestî jî hê li qadê ne. Halbûkî beriya em serlêdanê bikin divê ku dozgeriyê lêpirsîna resen bida destpêkirin. Lê belê li şûna dozgeriyê em dikevin tevgerê. Tevî ku bi ser serlêdana me re du hefte derbas bûne jî li herêmê ne lêpirsîn an jî ne tevdîr nehatine girtin. Em her tim bi rewşên wiha re rûbirû dimînin. Ev rewş nîşan dide ku lêpirsînek bi bandor neyê destpêkirin û her ku ev wisa bidome dê rewşên kêfî jî zêdetir bibin.”    'DIVÊ LÊPIRSÎN BÊ DESTPÊKIRIN’    Ozkaplan diyar kir ku dozgerî divê demildest biryara berhevkirinah estiyan bide û lêpirsînê bide destpêkirin û got: “Pêwîste lêpirsîn bê destpêkirin ku ka bê zanîn hestî aydê kî ne. Li wê herêmê îhtîmala ku hestî pirtir bin jî heye. Ev jî tê maneya ku ew der gora komî ye. Em texmîn dikin ku ew hestî yên qurbaniyên Komkujiya Geliyê Zîlan in.”    HDP’Ê MIJARÊ BIRIBÛ ROJEVA MECLISÊ   Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê û Parlamenterê HDP’ê Tayyîp Temel jî hestiyên hatibûn dîtin biribû rojeva Meclisê. Temel têkildarî hestiyan pêşniyazpirsa lêkolînê dabû Meclisê bi bîr xistibû ku li herêmê Komkujiya Geliyê Zîlan qewimî ye û hestiyên li herêmê derketine holê demildest bên lêkolînkirin.