Ji bo cenazeyên li Goristana Kilyosê bang: Bila malbat serlêdanê bikin 2023-01-03 10:20:58 STENBOL - Hanîfî Can ê ku birayê wî li peyarêya Goristana Kilyosê hatibû veşartin diyar kir ku di encama têkoşîna du salan de cenazeyê birayê xwe wergirtiye û bang li malbatên din kir ku ji bo wergirtina cenazeyan serlêdanê bikin.    Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jor a bi ser navenda Bedlîsê ve leşkeran bi makîneyên goristanê rûxandibûn û 282 cenazeyên aydê endamên PKK’ê ji gorên wan derxistibûn. Demek dirêj nedihat zanîn ku cenaze birine ku. Di 2’yê çileya 2018’an de Walîtiya Bedlîsê daxuyanîd a û ragihandibû ku cenaze birine Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê. Li ser vê agahiyê malbatan serlêdan kir ku cenazeyên zarokên xwe werbigirin. Ji van cenazeyan tenê hin cenaze hatine wergirtin. Herî dawî cenazeyê endamê PKK’ê Nîzamettîn Gokalan ku di 1999’an de li Herêma Xerzanê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, di 14’ê kanûnê de hat wergirtin. Di nava van 5 salan de heta niha 23 cenaze hatine wergirtin. Hewldanên malbatên din jî berdewam dikin. Paşê derketibû holê ku cenazeyên li Goristana Kilyosê li peyarêya goristanê hatine veşartin.    Hanîfî Can cenazeye birayê xwe Serhat Can (Serhat Doktor) di encama têkoşîna 2 salan de ji peyarêya Goristana Kilyosê di sala 2019’an de wergirt. Hanîvî can bang li malbatên din jî kir ku biçin cenazeyên zarokên xwe werbigirin.    LI GORISTANA BÊKESAN HATIYE VEŞARTIN    Can bi bîr xist ku birayê wî di sala 2005’an de ji bo şerê li Kurdistanê bê rawestandin tev li çalakiya “Mertalên Zindî” bû û ji ber çalakiya wan encam negirt tev li PKK’ê bûye. Can da zanîn ku birayê wî di şerekî sala 2012’an de jiyana xwe ji dest dabû û dewletê cenaze wê heyamê biribû li Goristana Bêkesan a Meletiyê veşartibû.    Can diyar kir ku di pêvajoya çareseriyê de wî di encama serlêdanê de cenazeyê birayê xwe ji Meletiyê wergirtiye û biriye li Goristana Xerzanê veşartiye û wê heyamê jî cenaze di encama testa DNA’yê de wergirtine.    HIQÛQA DIJMINANE    Can anî ziman ku beriya Goristana Xerzanê bê xerakirin walîtiyê herêmê wek “qada ewlehiyê” ragihandiye û 15 roj şûn ve cenaze hatine derxistin. Can diyar kir ku kes nikaribû biçûya herêmê û lewma tu kesî xeberê nedigirt û wiha go: “Bifikirin dewlet ji miriyên te jî ditirse û operasyonê li ser miriyan li dar dixe. Cenaze bi operasyonekê ji wir hatine derxistin. Gelo bi vê hovîtiyê îşkence li cenazeyan tê kirin? Hiqûqa dijminatiyê li me ferz dikin.”    ‘BÊHURMETÎ LI MIRIYAN TÊ KIRIN’    Can da zanîn ku piştî haya wan ji meseleye çêbûye serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê û Serdozgeriya Stenbolê dane û carek din nimûneya xwînê bo DNA’yê ji bavê wî hatiye girtin û got: “Hem îşkence li me û hem jî li cenaze hat kirin. Bêhurmetî li miriyan tê kirin. Tu ravekirina vê tune ye.”    CENAZE 4 CARAN HATIYE VEŞARTIN!   Can bi bîr xist ku ji roja birayê wî jiyana xwe ji dest daye heta niha li Goristana Bêkesan a Meletiyê, li Goristana Xerzanê, li Goristana Kilyosê û herî dawî cenaze wergirtine dîsa birine li Bedlîsê veşartine û heta îro 4 caran cuda cuda hatiye veşartin û ew vê rewşê sepana dijmirovî şîrove dike.    BANG LI MALBATAN KIR    Can anî ziman ku li gel 5 sal bi ser derxistina cenazeyan re derbas bûye jî gelek cenaze nehatine wergirtin û vê bangê li malbatan kir: “Ji vê muameleyê wêdetir wê êdî çiqas muameleya xerab pêk were. Divê hemû malbatên me serlêdan bikin û zextê li dozgeriyê bikin ku cenazeyên xwe werbigirin. Heta ku serlêdanê nekin wê nikaribin cenazeyên xwe werbigirin.”