KESK: Em ê teslîmî enflasyonê nebin 2023-01-03 14:38:59 ÎZMÎR - KESK’iyan da zanîn ku peymana komelî ya Memur Sen’ê  û daneyên TUÎK’ê yên enflasyonê dike ku kedkarên cemaweriyê mexdûr bibin û wiha got: “Em ê ne teslîmî enflasyona TUÎK’ê û ne jî peymana komelî ya Memûr Sen’ê bibin.”    Platforma Şaxa Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Îzmîrê bi mebesta protestokirina daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) yên enflasyonê li pêşiya Midûriyeta Herêmê ya TUÎK’ê ya Îzmîrê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Ne peymana firotinê ya Memûr Sen’ê û ne jî enflasyona sexte ya TUÎK’ê, em heqdestekî ku bikarin weke mirovan pê bijîn dixwazin” hatibû vekirin. Her wiha dovîzên “Em ne peymana firotinê lê pergala peywirdar a rasteqîn a TÎS’ê dixwazin”, “Ne enflasyona TUÎK’ê lê enflasyona kolanê rast e”, “Xwediyê malê kirê ji sedî 250 zêde kir”, “Em TUÎK’eke jêbawer dixwazin” hatibû hilgirtin. Beşdaran dirûşmên “Em ne sedeqeyê lê heqdesteke mîna mirovan dixwazin” û “TUÎK derew e lê xizanî rastî ye” hatin berzkirin.    Berdevkê Demê yê Şaxa KESK’a Îzmîrê Mûstafa Guven axivî û wiha got: “Têkoşîna me ji bo jiyaneke mirovane û pêşeroj û karekî biewle ye. Di 20 salên îktîdara AKP’ê de hemû grev hatin qedexekirin. Bi salan e digotin ‘hedef 2023 ye.’ Bi vê yekê re aboriya welêt xistin çiravê û bi peymana firotinê ya bi Memûr Senê re kedkarên cemaweriyê terkî birçîtiyê kirin. Memûr Sen a ku ji bo 6 mehên ewil a sala 2023’yan zema ji sedî 8 îmze kirin û rêjeyên enflasyonê yên TUÎK’ê kedkaran mexdûr dike. Divê TUÎK saziyeke serbixwe be.”