Wezareta Dadê ji bo girtiyên nexweş giştîname weşand 2023-01-03 15:02:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Dadê têkildarî girtiyên nexweş giştînameyek weşand.    Wezîrê Dadê Bekir Bozdag piştî mirina Vural Avar ku di doza 28’ê Sibatê de dihat darizandin û li girtîgehê jiyana xwe ji dest da, “Giştînameya Têkildarî Kêmkirin an jî Rakirina Cezayên Kesan a ji ber Nexweşî, Astengdarî yan jî Kalbûnê” weşand. Li gorî nûçeya Haberturkê, Bozdag xwest ku serlêdanên van kesan ji ber nexweşiyê divê weke karê tehliyeyê bên qebûlkirin. Giştînameya ji 8 xalan pêk tê û ji hêla Bozdag ve hatiye îmzekirin, ji tevahiya saziyên Midûriyeta Giştî ya Karên Cezayan re hate şandin.    DÊ JI ATK’Ê RAPOR BÊ XWESTIN   Di giştînameya ji serdozgeriyê re hatiye şandin de tê destnîşankirin ku heke rewşeke weke “nexweşiya domdar, astengdarî yan jî kalbûn” ya girtiyên ku cezayê wan teqez bûyî hebe, divê ji bo vê rewşê ji nexweşxaneyeke baş re bên şandin û sewqî saziya tenduristiyê bên kirin. Di giştînameyê de ev xal hene:    "* Ji bo ku were teşhîs û tespîtkirin bê ka rewşa girtiyan ên weke nexweşiya domdar, astengdarî û kalbûn heye yan na, hewceye ji nexweşxaneyeke baş re werin sewqkirin.    * Piştî ku rapora lijneya tenduristiyê ji nexweşxaneyê hate standin, dê hemû rapor û tetkîkên berê jî lê werin zêdekirin û piştre jî ji Saziya Tipa Edlî (ATK) re bên şandin û jê nêrîna zanistî û teknîkî were xwestin.    * Divê mînakeke bitesdîq a ewraqa ji ATK’ê re hatiye şandin di dosyaya Serdozgeriya Komarê de bê parastin.    * heta ku hikûmxwar neyê xwestin û ji bo muayeneyê roj neyê diyarkirin, divê ji girtîgehê sewqî girtîgeha bajarê ku ATK’ê lê ye neyên kirin.    * Heke ATK’ê ev nexweşiyên behsê xeberê tespît kir, ewraqa têkildarî dê demildest ji Midûriyeta Giştî ya Karên Cezayan re bê şandin.    * Heke ATK rewşeke wiha tespît neke jî dê ev rapor û mînakeke rapora lijneya tenduristiyê ji Midûriyeta Giştî ya Karên Cezayan re bê şandin.    * Heke hikûmxwar an jî nûnerê qanûnê ji daxwaza xwe lêve bibe yan jî Serdozgeriya Komarê kar û barên xwe bi awayeke yekser red bike jî, dê karûbarên kêmkirina ceza yan jî rakirina wê bidomin.    * Ji ber ku karûbarên kêmkirin an jî rakirina cezayên girtiyên ku hêjta cezayên wan teqez nebûyî dest pê nakin, daxwazeke di vê çarçoveyê de divê weke di asta karûbarên tehliyeyê bên qebûlkirin (...)”