Çawişê pispor ê Mehmet Ûytûn qetilkirî li Efrînê li ser peywîrê ye! 2023-01-03 15:27:14   ŞIRNEX - Danişîna doza têkildarî qetilkirina Mehmet Ûytûn ê 18 mehî ya bi bombeya gazê ya li navçeya Cizîrê piştî biryara xerakirinê ya li Îstîfazê jinûve hate lidarxistin. Çawişê pispor ê bersûc H.A. bi îdiaya li Efrînê li ser peywîrê ye tev li danişînê nebû.    Di 9’ê Cotmeha 2009'an de li navçeya Cizîr a Şirnexê Mehmet Ûytûnê 18 mehî gava li şaneşîna mala xwe di hemêza dayika xwe de di xew de bû, di encama bombeya gazê ku hatibû bi serê wî ketibû jiyana xwe ji dest dabû. Danişîna doza bi sûcê “biqisûr bûye sedema mirinê” derbarê çawişê pispor H.A. de têkildarî kuştina Ûytûn hatibû vekirin, piştî biryara xerakirinê ya Dadgeha Îstînafê jinûve li 1’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Cizîrê hate lidarxistin. Di danişîna ku bersûc H.A. bi hinceta ku li Efrînê ye beşdar nebû de parêzerê bersûc Yalçin Torûn û parêzerên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê ku mudaxilî dozê bûn amade bûn.    FAÎL LI EFRÎNÊ LI SER PEYWÎRÊ YE!   Piştî tespîta nasnameyan, parêzerê bersûc Torûn, diyar kir ku ji ber çawişê pispor H.A. li bajarê Efrînê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser peywîrê ye nikare tev li danişînê bibe. Torûn, îdia kir ku îfadeyên şahidan beriya niha dane rast nînin û wiha got: “Avêtina gazê an tiştekî din nîne. Nêzî 60 zarokên ku kevir diavêjin hene. Hemû şahid keviran diavêjin. Îfadeyên şahidan îfadeyên qirêj in.”   ‘NÎŞAN GIRT Û QETIL KIR’   Dayika Mehmet Ûytûn, Kevzer Ûytûn, bertek nîşanî gotinên parêzerê bersûc dan û wiha got: “Çima kujerê lawê me naînin vê derê? Ez dixwazim wî bînin vê derê. Ez heta dawiyê ji wî dozdar im. Derewan dikin, li wir kesek jî nebû, bi zanebûn, nîşan girt û kurê min qetil kir.”   ‘DEMA FAÎL HÊZÊN EWLEHIYÊ DIBIN DOSYA DIRÊJ DIBIN’   Pişt re parêzerê malbata Ûytûn, Yakûp Guven, diyar kir ku kêmasiyên dosyayê nehatine temamkirin û wiha got: “Di dosyayê de her tim kêmasî çêbûn. Me her tim diyar kir ku kêmasî hene. Faîl hêzê ewlehiyê ye, mexdûr welatî ye. Di şertên asayî de bûyereke wisa di nava welatiyan de qewimî bûya, wê girtin çêbûna û dosya di nava salek du salan de encam girtibûya. Lê di noxteya tesîskirina edaletê de kêm man. Mixabin dema faîl dibin hêzên ewlehiyê dosya her tim tên dirêjkirin û di xala komkirina delîlan de pirsgirêk tê jiyîn. Bersûc di karê cemaweriyê de ye lê ji ber ‘kuştina mirovan’ tê darizandin û bersûc berî ku tu hincetên nivîskî pêşkeş bike tev li danişînê nebûye. Em dixwazin bersûc li eywana danişînê bê amadekirin, heke neyê, biryara anîna bi darê zorê bê derxistin.”   BERSÛC WÊ LI DANIŞÎNEKE DIN BÊ AMADEKIRIN   Şandeya dadgehê, biryar da ku bersûc li danişîneke din were amadekirin, rapora pisporiyê pêşkeşî dadgehê were kirin û şahid bên guhdarkirin û danişîn taloqî 16’ê sibatê kir.