Di doza 5 kesên bi wesayîta zirxî hatin kuştin de wê rêjeya ‘qisûr’ were diyarkirin 2023-01-03 16:10:32   AMED - Di doza tazmînatê ya der barê mîrasgirên Fîkrî Demîrbaş ku tevî 4 kesan di encama lêdana wesayîta zirxî de jiyana xwe dest dan, bi hinceta “wesayît zirar dîtiye” hatiye vekirin de biryar hate dayîn ku ji bo diyarkirina rêjeyên qisûrê dosyayê bişînin ATK’ê.    Di 20’ê hezîrana 2017’an de li ser rêya bêjahiyê ya Amed-Çewlikê wesayîteke zirxî li otomobîleke sivîlan xistibû û di encamê de ji malbata Demîrbaş 5 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Wezareta Karên Hundir bi îdiaya “wesayîta zirxî zirar dîtiye”, derheqê malbatê de 250 hezar euro doza tazmînatê vekiribû. 5’emîn danişîna dozê îro li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Asliyeyê ya Amedê hate lidarxistin. Parêzerê malbatê Velat Bozhan û parêzerê gilîkeran Server Uygur Koyuncu di danişînê de amade bûn.   Dozger xwest ku ji bo rêjeyên qisûrê bên diyarkirin dosya ji ATK’ê re bê şandin û kêmasiyên dosyayê bên temamkirin.    Parêzeran xwest kêmasiyên dosyayê bên temamkirin.    Dadgehê biryar da ku ji bo rêjeyên qisûrê bên diyarkirin dosya ji ATK’ê re bê şandin û danişîn taloqî 4’ê nîsanê kir.