Li nexweşxaneyê tekmîl li girtiyan tê ferzkirin 2023-01-03 19:16:54   SÊRT - Girtiyên siyasî yên di Girtîgeha Ereglî ya Konyayê ya Tîpa T'yê de ragihandin ku mafên wan tên binpêkirin û di dema sewqkirina nexweşxaneyê de jî têkmîl li wan tê ferzkirin.   Girtiyên di Ereglî ya Konyayê ya Tîpa T'yê de bi rêya malbat û parêzerên xwe ragihandin ku bi pêkanînên dijmirovî re rû bi rû dimînin. Girtiyan diyar kir ku kargo û nameyên wan bi mehan nagihêjin wan, pereyê ku ji wan re tê şandin, hefteyekê an deh rojan bi şûn de li hesabên wan tê barkirin. Her wiha hat ragihandin ku rêveberiya girtîgehê hefteyê du caran lêgerîn li girtiyan ferz dike, nivîn, betanî û palgeh ji odeyan tên derxistin û girtî di amûra X-RAY'ê re tên derbaskirin.   Girtiyan ragihand ku di her lêgerînê de alav û amûrên wan tên belawelakirin û radyoyên ji kantînê standine jî bi hinceta ku wê “vekolîn li ser bê kirin“ bi demeke dirêj nadin wan.   Malbatên ku bi girtiyên xwe re hevdîtin kirin, dan xuyakirin ku li cihê xwarinê hejmarî û di dema sewqkirina nexweşxaneyê de jî tekmîl li girtiyan tê ferzkirin.   Malbatan xwest ku ev binpêkirinên dijmirovî bi dawî bibin.