AYM’ê qedexeya çalakî û şahiyan wek ‘binpêkirina maf’ nirxand 2023-01-04 11:58:32   AMED - Dadgeha Qanûna Bingehîn biryar da ku destûra li darxistina çalakî û şahiyan a bi walîtiyan ve hatiye girêdan li dijî mafê destûrî ye.    Walîtiyên bajarên bakurê Kurdistanê ji her 15 rojan carek biryara qedexekirina çalakî, daxuyanî û şahiyan digirin. Di çarçoveya biryarên walîtiyan de tê xwestin ku ji walîtiyan destûr bê girtin. Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) derbarê biryarek qedexekirina yek ji wan çalakiyan de biryara qedexekirinê wek binpêkirina maf da. AYM’ê got ku destûr xwestina ji walîtiyan ango qeymeqamtiyan li dijî xala 34’an a Qanûna Bingehîn e.    Li Êlihê di 7’ê mijdara 2018’an de karmednên endamên KESK’ê ku ji wezîfeya xwe hatibûn dûrxistin, çalakiyek şandina faksan bo Komîsyona OHAL’ê li dar xistin.    Bi hêceta “qanûna qebahetê” 259 lîre cezayê pere li yên ku tev li çalakiyê bûbûn hatibû birîn. Îtîraza ku li cezayê pereyan a îdarî hat kirin, 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê red kiribû. Li ser vê yekê endamên KESK’ê Nureddîn Şîmşek, Denîz Topkan û Cîhan Tuzun bi hêceta “mafê wan ê civîn û meşa xwepêşandanê hatiye binpêkirin” serî li AYM’ê dan. Piştî demek dirêj AYM’ê derbarê vê serlêdanê de biryar da û ji bo lidarxistina çalakî ango xwepêşandan destûra xwestina ji amirê mulkî ango walîtî û qeymeqamtiyan li dijî qanûnê ye û derbarê vê destûrxwestinê de biryara binpêkirina maf da. AYM’ê her wiha hikum da ku 20 hezar lîre tezmînat ji serlêdaran re bê razandin. Biryara AYM’ê di Rojnameya Fermî de hat weşandin.