Li Îranê berxwedana bê navber 2023-01-04 15:24:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê duh jî li gelek bajaran çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin.    Li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê duh jî çalakiyên şermezarkirinê berdewam kirin. Di çalakiyên şermezarkirinê yên duh pêk hatin de posterên Fermandarê Hêza Qudsê ya girêdayî Hêzên Mûxafizên Şoreşê yên Îranê Qasim Silêmanî ji ber salvegera mirina wî hatin şewitandin. Li Sîneyê ciwanan bi molotofan hin saziyên fermî şewitandin. Li bajarê Seqîzê komeke ciwanan serdana malbata xwendekar Mîlad Ebadî yê hatiye binçavkirin kirin û piştgiriya xwe pêşkeş kirin.    Hate hînbûn ku hunermendê Sîneyî Îlham Mûrerisî ku li Girtîgeha Keço ya li bajarê Kereç dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye.    Nivîskarê kurd Mujger Kawûsî ku 104 roj in li Kaîmeyê girtî ye, bi kefaleta 3 milyar tumenî hate berdan.    Li Ciwanro piştî merasîmên bîranînê yên ji bo 7 welatiyên ku di çalakiyan de hatin qetilkirin pevçûn derketibûn. Hêzeke mezin a leşkerî şandin bajarê Ciwanroyê. Tê diyarkirin ku gelek kes hatine binçavkirin.     Hate hînbûn ku di rojên derbasbûyî de li Tehranê Fermandarê Navendî yê Besîc ê girêdayî Yekineyên Mûhafiz Kasim Fethûlayî, li ber deriyê mala xwe hate kuştin.