Li Mezopotamyayê xetereya hişkesaliyê 2023-01-05 10:46:53     MÊRDÎN - Paletiya garis a li Deşta Mezopotamyayê ber bi dawiyê ve tê û beriya çandina genim jî xetereya hişkesaliyê rû da. Cotkar dibêjin ku ne çareseriyên demkî lê yên mayînde dixwazin.    Li Deşta Mezopotamyayê li rexekî paletiya garis didome û li rexa din jî cotkaran dest bi çandina genim kirin. Ji ber ku îsal hewa germ bû û heta niha jî baran nebarîne, paletiya garis jî dirêj ajot û vê jî mirûzê cotkaran nexweş kir. Hişkesaliya heyî fikarên mezin di serê cotkaran de çêdike. Makîneyên paletiyê hêj niha jî di nava zeviyan de dixebitin lê belê cotkar ji ber berhema kêm û rêjeya nêmê ya garis mexdûr dibin. Cotkar dibêjin ku fiyetên ji bo berhemên wan hatine diyarkirin li hemberî enflasyonê tu qîmet nake û xwestin ku ji bo pirsgirêkên cotkariyê çareseriyên mayînde bên peydakirin.   Cotkarê bi navê Beşîr Erbeyî ku li taxa çoltar a Melho ya navçeya Qoserê ya li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cotkariyê dike diyar kir ku ji ber hişkesaliyê garis berekî baş nedaye û wiha got: “Me ji îsal tiştek fêm nekir. Berhema me bi kêrî tiştekî nehat. Jixwe bazirganan jî erzan ji me standin. Me garisê xwe kom kir lê hişkesalî heye. Li hêla din jî DEDAŞ ceyranê dibire. Em nizanin dê çi bikin. Lîtreya mazotê bûye 20-30 lîre. Êdî hûn hesab bikin.”   Ji cotkaran Abdurrahman Erbeyî jî diyar kir ku rewşa wan baş nîne û ev tişt anî ziman: “Bihayê garis pir ketiye. Berhemdar nîne. Piranî gihayên biyanî di nav de ne. Gûbre û mazot biha ye û mesrefa xwe dernaxîne. Rewşa cotkaran gelek xerab e. Min 50 donimên erd kiribûn garis. Bo min 80 hezar lîre ceza hatiye nivîsandin. Zeviya min mîna xwe ma ye. Em li ser sînor in. Nizanin bê ka dê çi bikin.”   ‘NEHATINA BARÎNAN XETERE YE’   Serokê Komeleya Cotkaran a Qoserê Mîkaîl Erbeyî ku ji heman gundî ye jî got ku di nava salê de heta niha tenê du caran baran barîne û wiha dom kir: “Dê di rojên pêş de jî baran nebarin. Heke baran nebarin, dê cotkar neçar bimînin ku bi alîkariya ceyranê ji bîran avê bikişînin. Ev jî dê cotkaran mexdûr bike. Heke barîn bandorê nekin, dê li ser çandina genim xetereyeke mezin çêbibe. Êdî çinîna garis ber bi dawiyê ve tê. Lê fiyetê ku îktîdarê ji bo garis diyar kirî cotkar pir mexdûr kirin. Ji mazotê heta gubre, dermanê tov, ji avdanê heta karkeriyê, cotkar pir mexdûr bûn.”    ‘COTKAR KETINE DESTÊ FEBRÎQEYAN’    Erbeyî axaftina xwe wiha qedand: “Hikûmetê tenê fiyet diyar kir. Depoyên bilîsans ên girêdayî Ofîsa Berhemên Çandiniyê (TMO)  garis wernegirt û vê jî kir ku cotkar neçarî bazirganan bibin. Cotkar gelek mexdûr bûn. Di piyasaya serbest de cotkar kete destê febrîqeyên mezin. Tona garisê ku em jê re dibêjin nêma sifir derdora 4 hezar û 800 - 4 hezar û 900 lîreyan de tê firotin. Lê niha li Deşta Mêrdînê rêjeya nem derdora 22-23 tê pîvan û wê demê jî derdora 140 lîreyan bihayê tê daxistin. Anku cotkar tê mexdûrkirin. Dema nêm tê daxistin derdora 3 hezar û 500 lîre pere bo cotkar dimîne. Ev jî cotkaran xelas nake. Diviya bû di demsala garis de îthalkirin bihata sekinandin. Lê her sal di demsala garis de garis ji derve tê û pir biha tê. Cotkar neçar dimînin ku erzan bifroşin. Pirsgirêka cotkaran bi piştgiriyên demkî çareser nabin. Jixwe piştgiriya heyî ji hêla DEDAŞ’ê ve tê bloqekirin. Ev piştevanî heta di dema pandemiyê de jî hatin bloqekirin. Em, ne çareseriyê demkî lê yên mayînde dixwazin. Daxwaza me ya sereke ew e ku GAP bê. Ji ber ku bo me ne ceyran lê av lazim e. Heta ku GAP tê jî divê ev şîrket (DEDAŞ) destê xwe bikêşe.”    MA / Ahmet Kanbal