Di operasyona leşkerî de daristan hatin şewitandin 2023-01-05 11:15:15   NAVENDA NÛÇEYAN – Artêşa tirk bi tevlibûna bi hezaran leşkeran li çoltarê Amed, Çewlik, Mûş û Êlihê operasyona leşkerî dabû destpêkirin. Hat ragihandin ku leşkeran agir berdan daristanan.    Artêşa tirk di 24’ê kanûnê de bi tevlibûna bi hezaran leşkeran li çoltarên Amed, Çewlik, Mûş û Êlihê operasyoneke leşkerî da destpêkirin. Bi rêya helîkopteran yekîneyên taybet li herêmên çiyayî hatin bicihkirin û hinek hêzên taybet jî bi wesayîtên sivîl ên bi tîpa 4x4 li hinek noqteyan hatin veguhestin. Liv û tevgera helîkopter û Balafirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) a li herêmên navborî didome. Her wiha hat ragihandin ku hinek herêm tên topbarankirin.    DARISTAN HATIN ŞEWITANDIN   Çavkaniyên ji herêmê dan zanîn ku dengê çekan ji herêmên operasyon lê didome tê. Hat zanîn ku leşkerên artêşa tirk daristanên li taxên çoltar ên li herêmên çiyayî yên di navbera Pasûr û Mûşê de şewitandin. Şewat li du noqteyan hate destpêkirin û rojek piştre jî bi ji ber xwe ve vemirî.    OPERASYON DIDOME   Operasyona leşkerî ya ku li herêmên çiyayî ya Amed, Çewlik, Mûş û Êlihê hatiye destpêkirin didome. Her çend ku operasyona li hinek noqteyan bi dawî bûye jî, hat zanîn ku li deverên stratejîk hêj berdewam dike. s