Derhiqûqtiya li girtîgehê: Hevdîtinên parêzer-girtiyan hatine guhdarîkirin 2023-01-05 12:55:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Girtîgeha Tîpa L a Rîzeyê bi hinceta lêpirsînê heta demekî dirêj li telefonên parêzer û malbatên girtiyan hatiye guhdarîkirin û 11 sal piştre derket holê ku di heman demê de hevdîtinên parêzer-girtiyan jî hatine guhdarîkirin.    Di sala 2012’an de derheqê 15 girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Rîzeyê, malbat û parêzerên wan de bi sedema ku “di koordînasyona girtîgehê de cih digirin” bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Di lêpirsînê de biryara “hewcehî bi şopandinê nîne” hate dayîn. Di 24’ê îlona 2012’an de piştî hevdîtina vekirî nîşeyeke ku navên girtiyên ketin greva birçîbûnê li ser bû hate bidestxistin û lêpirsîn jî bi vê boneyê hatibû destpêkirin. Derheqê girtiyên bi navên Bahattîn Keskîn, Ramazan Ozelçî, Eyyûp Nanto, Civan Tunç, Xemgîn Durak, Hasan Încî, Îlhan Şayli, Kadîr Emek, Mehmet Înatçi, Mehmet Erdogan Dînçer, Reşît Nanto, Sedat Akgok, Sedat Alçîçek, Sedat Çayir û Selman Çîçek de ku navên wan di nîşeyê de hebûn, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” lêpirsîn hate destpêkirin.    PIŞTÎ 11 SALAN BIRYARA NEŞOPANDINÊ   Di demên piştre de lêpirsîn hate berfirehkirin û li gel parêzerên girtiyan, her wiha derheqê xizmên girtiyan de jî lêpirsîn hate destpêkirin. 15 jê girtî bi giştî derheqê 23 kesan de lêpirsîn hate destpêkirin û heta demekî dirêj jî li telefonên parêzer û malbatan hatin guhdarîkirin. Tevî ku qedexe bû jî hevdîtinên parêzeran ên bi miwekîlên xwe re hatin guhdarîkirin û li dosyayê hatin zêdekirin.    Serdozgeriya Komarê ya Erziromê ku li dosyayê dinihêrt, di 27’ê kanûna 2022’yan de bi sedema “delîl tune ne” biryara “hewcehî bi şopandinê nîne” da.