Hesaba alîkariya Xizîneyê ya HDP’ê hate bloqekirin 2023-01-05 14:15:35   ENQERE - Hesaba alîkariya Xizîneyê ya HDP’ê bi demkî hate bloqekirin.    Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) di doza bi daxwaza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) didome de, li ser serlêdana Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind, blokekirina hesabên xizîneyê yên partiyê rojek wergirt pêş û nîqaş kir.    Dadgeha Destûra Bingehîn di hevdîtina ku dihat plankirin di 6’ê çileyê de pêk were de daxwaza Dadgeha Bilind qebûl kir û biryar da ku hesaba alîkariya Xizîneyê ya HDP’ê bi demkî were bloqekirin.