Cenazeyê Emîne Kara ber bi Qendîlê ve hate oxirkirin 2023-01-05 14:47:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Cenazeyê Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Emîne Kara ku ji Parîsê anîn Silêmaniyê, piştî wecîbeyên olî li Mizgefta Ehmed Hecî Elî hatin bi cih anîn, ber bi Şehîdgeha Qendîlê ve hate oxirkirin.    Li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li paytexta Fransayê Parîsê di 23’ê kanûnê de êrişek çekdarî pêk hat. Di êrişê de Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), endamê Tevgera Çandê hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparêzê kurd Abdurrahman Kizil hatibûn qetilkirin. Cenazeyên kesên di êrişê de jiyana xwe ji dest dan ber bi bajarên wan ve hatin oxirkirin.    Cenazeyê Evîn Goyî bi riya Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê gihîşte Silêmaniyê. Cenaze ji wir hate wergirtin û birin Mizgefta Ehmed Hecî Elî. Xaleta Evîn Goyî, Medîne Kara di merasîma pêşwazîkirina cenazeyê Evîn Goyî de axivî. Kara spasiya her kesê ku tevlî oxirkirina cenazeyê Evîn Goyî û xwedî lêderketinê û xelkê Silêmaniyê kir û xêrhatina kesên pêşwazîkirina cenaze dikin, kir.   'ŞEHADETA EVÎNÊ DÊ BIBE TÊKÇÛNA DIJMINÊN GELÊ KURD'   Medîne Kara di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Şehîdbûna Evîn li her çar parçeyên Kurdistanê pîroz dikim. Ji ber ku ew ji bo her çar parçeyê Kurdistanê şehîd bû. Îşelah wê bibe şehîda Kurdistanê ya dawiyê. Serê hemû zarokên kurdan sax be û xwîna tu kesê nerije.”   Kara diyar kir ku wê şehîdbûna Evîn bibe têkçûna dijminên gelê kurd û got ku Evîn ne yekem şehîdê malbatê ye û heta niha ji malbatê 60 kes ji bo her çar parçeyên Kurdistanê şehîd bûne.   Piştî axaftina Medîne Kara, cenazeyê Şehîd Evîn Goyî ber bi Şehîdgeha Qendîlê ve hate oxirkirin.