Cenazeyê Mîr Perwer di bin dorpêçê de hat veşartin 2023-01-05 15:20:13 MÛŞ - Cenazeyê hunermendê kurd Mîr Perwer ê li Parîsê hatibû qetilkirin, anîn Mûşê li balafirgehê ji aliyê polîsan ve hate revandin. Cenazeyê anîn bajarokê Ewanê di bin dorpêçê de hate veşartin.    Li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li paytexta Fransayê Parîsê di 23’ê kanûnê de êrişek çekdarî pêk hat. Di êrişê de Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), endamê Tevgera Çandê hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparêzê kurd Abdurrahman Kizil hatibûn qetilkirin. Cenazeyê Perwer anîn Mûşê. Cenazeyê Perwer ku ji aliyê Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, parlamenterên HDP’ê û malbata wî ve ji Balafirgeha Mûşê hate wergirtin, hate xwestin ku bibin bajarokê Ewran ku dê lê were veşartin. Lê polîsên ku li balafirgehê disekinîn, ewilî cenaze ji girseyê revand, pişt re bi rêyeke din ber bi gund ve bi rê ketin. Li aliyê din ketina girseyê ya bajarokî ji aliyê cendermeyan ve hate astengkirin, rêya ku polîsan ji bo biçin gund bi cenaze re bi kar anîn ji aliyê leşkeran ve hat girtin.   CENAZE DI BIN DORPÊÇA LEŞKER Û POLÎSAN DE HATE VEŞARTIN    Parlamentera HDP'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît ku wesayîta cenaze dişopand, ji aliyê cendermeyan ve hate rawestandin. Destûr nehate dayîn ku wesayîta Koçyîgît derbas bibe. Li ser vê yekê Koçyîgît ji wesayîtê peya bû hewl da bimeşê bigihe bajarokî. Lê nêzî bajarokî careke din hate rawestandin û nehate hiştin derbas bibe.    Cenazeyê Perwer ku polîsan revand gihişt bajarokî. Destûr hate dayîn ku ferdên malbata Perwer tev li cenaze bibin. Cenaze di bin dorpêça leşker û polîsan de hate veşartin. Li aliyê din bi sedan kesên ku li ser rêyeke din a bajarokî hatin cem hev, bi meşê hewl dan xwe bigihînin gund û daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Li vir leşker û polîsan bi bombeyên gazê û fîşekên plastîk êrişî girseyê kirin. Girseyê jî bi keviran bersiva wan da. Piştî êrişê gelek kes ji gazê bi bandor bûn û bi dehan kes ji aliyê leşker û polîsan ve hatin binçavkirin. Girseya ku bi saetan di ketina bajarokî de hate sekinandin, piştî rê vebû belav bûn.