AYM’ê biryara HDP’ê teblîxî parêzeran nekir 2023-01-05 16:43:59 ENQERE - AYM’ê biryara xwe ya têkildarî bloqekirina hesaba HDP’ê teblîxî parêzerên di Komîsyona Hiqûqê de nekir.    Dadgeha Makeqanûnê (AYM) li ser serlêdana Serdozgerê Dadgeha Bilind, biryar da ku hesaba alîkariya xizîneyê ya HDP’ê were bloqekirin. Lê belê AYM’ê ev biryara xwe teblîxî parêzerên Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê nekir. Li ser vê yekê parêzer çûn Dadgeha Makeqanûnê. AYM’ê ji parêzeran got ku dê biryarê piştre teblîx bikin.