ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2023'YAN 2023-01-06 09:00:19     * Dayika endamê HPG'ê Mesut Eren ê ku di encama bikaranîna çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest da axivî û nerazîbûn nîşanî kîmyasalê da û got: “Ne wîjdana wan heye ne jî îmana wan heye. Gelo zilma ji vê mezintir heye?"    * Înfaza Resûl Baltaci ji ber cezayên dîsîplînê yên ji aliyê dadgehê ve hatibûn betalkirin hatibû şewitandin. Lê niha jî ji ber xala 17'an a TMK'yê nayê berdan.    * AVESTA ku ji bo zimanê kurdî dixebite û di 4 salan de qurs daye zêdetirî 3 hezar kesî, qursine nû vedike. Serokê komeleyê Alî Yalçinkaya got ku ji bo hînkirina kurdî hişyarbûneke nû heye.    * Hevserokê Botan-DER'ê Metîn Kiliçaslan ku bal kişand ser polîtîkayên zasîmlasyonê yên li hemberî kurdî, ji bo xwedîderketina li kurdî bang kir.    * Nûnera MSD'ê ya Washingtonê Sînem Mihemed, diyar kir ku êrişên Tirkiyeyê û ambargoya Sûriyeyê dibin sedema mirina mirovan û got ku saziyên navneteweyî divê ji dêvla şermezarkirinê tevbigerin.    * Navendeke kar a 4 blokî ya di nava sînorên şaredariya AKP'î ya Artûklûyê de, ewilî qada xwe fireh kir û paşê di navbera blokan de avahî çêkirin. Şaredariyê ruxset da vê înşeata derqanûnî.    * Qeyûmê Şaredariya Cizîrê biryar da ku lêçûyînên mobîlya û mêvanên qeymeqamtiyê ji budçeya şaredariyê bê veqetandin.    * Li navçeya Pêtirgeh a Meletiyê 32 kanên madenê bi awayekî çalak dixebitin. Hevberdevkê Mal-Çep’ê Ramazan Derîn diyar kir ku rêveberên bajêr di mijara hawirdorê de bi hestiyar tevnagerin.   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin dê di roja 669’emîn de berdewam bike.    * Çalakiya Nobeta Edaletê ku parlamenterên HDP’ê li dijî tecrîda li Îmraliyê li Enqereyê dane destpêkirin, dê di roja 12’emîn de berdewam bike. (11.00)   * Şaxa OHD’ê ya Amedê wê li dijî biryara AYM’ê ya bloqekirina hesaba xezîneyê ya HDP’ê wê li avahiya komeleya xwe daxuyaniyekê bide. (12.00)   * Rêveberên Partiya Komunîst a Kurdistan ku ji Herêma Kurdistanê hatine, wê serdana Buroya Şêwrê ya Navenda Giştî ya DBP’ê ya li Amedê bikin. (13.00)   * ÎHD dê ji bo girtiyên nexweş û li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêde dibin li gelek bajaran Nobeta Aştiyê bigire. (14.00-17.00)