Baltaci ku 30 sal in girtiye nayê berdan 2023-01-06 09:01:49   ENQERE - Înfaza Resûl Baltaci ji ber cezayên dîsiplînê yên ji aliyê dadgehê ve hatibûn betalkirin hatibû şewitandin. Lê niha jî ji ber xala 17'an a TMK'yê nayê berdan.    Resûl Baltaci ku di Girtîgeha Çîlîmliya Duzceyê ya Tîpa T'yê de ye, çendî 30 salên înfaza xwe temam kiriye jî nayê berdan. Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Duzceyê di 12'ê gulana 2022'yan de hemû cezayên hucreyê yên li Baltaci hatibûn birîn xera kiribû. Lê îdareya girtîgehê û Dadgeriya Înfazê ya Duzceyê bêyî guh li biryara dadgehê bikin, berdana Baltaciyê ku 30 sal û 4 meh in girtiye asteng dikin.    Baltaci, têkildarî biryara Dadgeriya Înfazê ya Duzceyê, di daxwaznameya xwe ya di 18'ê Nîsana 2022'yan de diyar kiriye ku Qanûna Der barê Înfazê de Tevdîrên Ceza û Ewlehiyê ya bi hejmara 5275'an di sala 2004'an de ketiye meriyetê, lê ew di 1992'yan de hatiye girtin û gotiye cezayên dîsiplînê lê yên hatine birîn ji ber ku şertên di fikraya 12 û 15'an de yên xala 107'an a qanûna bi hejmara 5275'an di xwe de nahewînin, li dijî hiqûqê ne.    Çendî cezayên hucreyê û biryara şewitandina înfazê hatine xerakirin jî Baltaci sûdê ji berdana bi şertî negirtiye. Baltaci ji ber vê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) daye û heman biryarê ji Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê û Yekitiya Baroyên Tirk (TBB) re jî şandiye, lê bersiv negihaştiye wî. Baltaci di nameya xwe de wiha gotiye: "Ez vê biryarê ji Wezareta Dadê û Desteya Dadger û Dozgeran re dişînim. Niha 30 sal û 4 mehên min temam bûne. Ez sewqê dixwazim, lê dibêjin 'Kapasîte tije ye.' Tu cezayekî min ê dîsîplînê tune ye, lê niha ode tune ye. 3 sal in serdêrek min jî nehatiye. Her wiha gelek nexweşîn bi min re hene û derfetên dermankirineke baş tune ne."    BIRYARA DADGEHÊ NAYÊ PÊKANÎN   Baltaci ragihandiye ku ji bo jinûvedarizandinê du caran serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) daye û gotiye: "Dadgeha herêmî biryar da, lê pêk neanîn."    Ji bo astengkirina berdana Baltaci wekî hincet xala 17'an a Qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê (TMK) hatiye nîşandan. Lê DMME vê xalê wekî "cezayê darvekirinê" û binpêkirina "mafê hêviyê" dinirxîne.     MA / Yusra Batihan