Sînem Mihemed: Şermezarkirin têr nake, divê li dijî ambargoyê tevbigerin 2023-01-06 09:03:06   RIHA - Nûnera MSD'ê ya Washingtonê Sînem Mihemed, diyar kir ku êrişên Tirkiyeyê û ambargoya Sûriyeyê dibin sedema mirina mirovan û saziyên navneteweyî divê ji dêvla şermezarkirinê tevbigerin.    Bi hezaran malbatên ku piştî Tirkiye û hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê di sala 2018'an de êrişî bajarê Efrînê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, koçî Şehba, Şere, Şêrava û taxên Helbelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê kirin, di şert û mercên dijwar de li ber xwe didin. Bi hezaran kesên ku li kampan di konan de dimînin, ji aliyekî ve li dijî êrişên hewayî yên Tirkiyeyê ji aliyekî ve jî li dijî ambargiya hikûmeta Sûriyeyê li ber xwe didin. Wîsam Sîdo yê 4 salî ku li Taxa Şêxmeqsûdê dima, ji ber ambargoya hikûmeta Sûriyeyê ji serma nexweş ket û jiyana xwe ji dest da. Nûnera Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) a Washingtonê Sînem Mihemed, têkildarî ambargoyê û êrişan axivî.    Sînem Mihemed   BÊDENGIYA SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ   Mihemmedê destnîşan kir ku êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmê qed nesekinîne û tevî ev qas êrişan jî mirov ji bo vegerin Efrînê li ber xwe didin. Sînem Mihemed da zanîn ku heya niha di êrişên li hember Şehba û Til Rifetê de gelek zarok jiyana xwe ji dest dane û bêdengiya saziyên navneteweyî ya di vî warî de rexne kir. Mihemed got: "Heya niha saziyên mafên mirovan, saziyên wekî UNICEF'ê ji bo zarokên li vir dimirin qet deng ji xwe dernexistine. Tirkiye êrişî sivîlên li wir dike, jin û zarokan qetil dike, lê qet deng ji saziyên navneteweyî dernayê. Saziyên wekî UNICEF'ê diviyabû ji bo rawestandina van êrişan û parastina sivîlan tevbigeriyana, lê xwe li bêdengiyê datîne. Tenê êrişan şermezar dikin."    'RÛSYA DIVÊ BERPIRSIYARIYÊ HILGIRE'   Mihemed anî ziman ku Tirkiye û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê bi êrişan careke din dixwazin gelê koçber bibin û rejîma Sûriyeyê jî serî li heman pêkanînan dide. Mihemed bal kişand ser ambargoya di warê mazot, derman û erzaqan de û zarokê 4 salî yê ji ber ambargoya li ser Şêxmeqsûdê jiyana xwe ji dest da bibîr xist. Mihemed axaftina xwe wiha domand: "Berpirsê vê ambargoyê kî ye? Li Şehba û Helebê hêza herî mezin Rûsya ye. Rûsya divê li hemberî vê ambargoyê berprisiyariyê hilgire."    'HEDEF RÊVEBERIYA XWESER E'   Mihemed îşaret bi hevdîtina di navbera Şam-Enqereyê de jî kir û got: "Armanca van hevdîtinan, gelê kurd, rêveberiya xweser a li Şêxmeqsûdê û Herêma Firatê ye. Dixwazin Rêveberiya Xweser hilweşînin. Lewma Tirkiey êriş dike. Ev êriş ne tenê li Şehbayê, li Til Temir, Eyn Îsa û cihên din jî hene. Dixwazin vî gelî çavtirsandî bikin, da ku dest ji Rêveberiya Xweser berdin."    Mihemed ku bang li Amerîkayê û Rûsyayê kir û got: "Dawî li van êrişan bînin. Ji bo pirsgirêkên li Sûriyeyê çareser bibin divê dawî li van êrişan bê. Heke ji bo tevahiya Sûriyeyê çareyeke siyasî çênebe, dê ev êriş û ambargo bidomin."    MA / Mujdat Can