Xwendekarên rastî êrişa nîjadperestan hatibûn hatin berdan 2023-01-06 10:03:42   STENBOL - Li Zanîngeha Stenbolê komeke xwendekaran rastî êrişa nîjadperest a komeke nîjadperest hatibû û 26 jê hatibûn binçavkirin. Tevahiya xwendekaran hatin berdan.    Komeke nîjadperest li Fakûlteya Wêjeyê ya Zanîngeha Stenbolê êrişî xwendekarên çepgir kir. Ji xwendekarên rastî êrişê hatin 26 jê ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin û binçavkirin.    Xwendekarên ku biribûn Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê ya li ser Cadeya Vatanê, piştî kar û barên îfadegirtinê hatin berdan.