ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2023'YAN 2023-01-07 09:00:08     * Haci Çîçek ku 50 sal in li Sêrtê koçertiyê dike, diyar kir ku ji ber zextên dewletê û maliyetên bargiran dest ji sewalvaniyê berdaye û got: "Ger qedexeya li zozanên me rabe û maliyet sivik bibin dibe ku cardin dest bi koçertiyê bikim. Lê niha zehmet e."    * Parêzerê OHD'î Abdulmecît Yildirim ku tecrîda li Îmraliyê wekî "çalereşê" wesifand, got: "Muxatabê vî karî Wezareta Dadê ye. Heya em emncamekê bi dest nexin em ê bitêkoşin."    * Rojnamevan Stêrk Gulo ku bal kişand ser hevdîtina di navbera Tirkiye-Sûriyeyê de got: "Gel li axa Sûriyeyê li çareseriyê digere. Heya vîna Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê esas neyê girtin, çareserî ne pêkan e."    * Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê di 13’yê çileyê de bi boneya “Sersala Kurdan” konserekê li dar dixe. Hevserokê Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê Celal Ekîn banga tevlibûnê li ciwan û gelê Amedê kir.    * Gelê Amedê bertek nîşanî biryara bloqekirina alîkariya xizîneyê ya HDP'ê dan û gotin: “Ew çi dikin bila bikin nikarin bi bloqeyan vîna gel bişikînin. Em dê di nav xwe de peran kom bikin. Em ne muhtacî pereyên wan in. Em ê bi serkevin ew dê têkbiçin. HDP em in, HDP gel e.”   * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 670'emîn de berdewam bike.    * Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê li avahiya xwe dê têkildarî doza Denîz Poyraz civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)   * Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP'ê têkildarî biryara blokekkirina alîkariya HDP'ê li navenda giştî civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)    * Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê dê wek her hefteyê çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" li dar bixin. (12.00)    * Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan dê li Qersê tev li kongreya partiya xwe ya bajêr bibe. (12.00)    * Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin dê di hefteya 928'emîn de çalakiya xwe li ser înternetê li dar bixin. (12.00)    * TJA li Êlihê têkildarî kuştina jinan dê li ber avahiya HDP'ê daxuyanî bide. (13.00)   * Şaxên ÎHD'ê yên Stenbol, Enqere û Îzmîrê dê wek her hefteyê balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş. (13.00)   * TJA, DBP, HDP û OHD dê panela bi mijara "Bandora tecrîdê li ser jinan û civakê" li avahiya HDP'a Enqereyê li dar bixin. (14.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê dê têkildarî komkujiyên Parîs û Silopiya li navçeyên Umraniye, Kagithane û Esenyûrdê daxuyanî bide. (15.00)