Li Îranê 2 kes hatin bidarvekirin 2023-01-07 10:59:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Muhammed Mehdî Kerîmî û Seyîd Muhammed Huseyînî ku bi hêceta tev li çalakiyan bûne hatibûn girtin, hatin darvekirin.    Aktîvîsta kurd Jîna Emînî li Îranê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin. Piştî qetilkirina Emînî gelê kurd ê rojhilatê Kurdistanê û dostên xwe serî hildan û serildan hê jî didome. Muhammed Mehdî Kerîmî û Seyîd Muhammed Huseyînî ku bi hêceta tev li çalakiyan bûne hatibûn girtin, bi îşkenceya giran re rûbirû man vê sibehê hatin darvekirin. Bi darvekirina Kerîmî û Huseyînî re hejmara çalakvanên ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin derkat 4’an.    CEZAYÊ DARVEKIRINÊ DABÛN 5 KESAN    Li gorî agahiyên ku Înternationala Îranê daye, tê gotin Kerîmî û Huseyînî ji kuştina endamê Besîcê Ruhollah Ajamian tên tawanbarkirin û li ser biryara Dadgeha Bilind a Îranê li gel ku kampanya ji bo wan hatibû destpêkirin jî hatin darvekirin. Ruhollah Ajamian ku endamê çeteyên paramîlîter ê endamê Besîcê ye. Têkildarî kuştina vî kesî di meha mijdarê de li 5 kesan cezayê darvekirinê hatibû birîn û li 11 kesan jî cezayên dirêj ê hefsê hatibû birîn.    LI SER TELEGRAMÊ RAGIHAND    Piştî biryara darvekirinê hatibû day3in li Girtîgeha Karajê jinên girtî li dijî biryara darvekirinê greva birçîbûnê dabû dest pê kir û 14 roj didome. Dîrektorê Têkiliyên Gel ê Dadgeha Bilind Amir Haşimî vê sibehê li ser qenala Telegramê ya Ajansa Nûçeyan a Darazê ragihand ku Kerîmî û Huseyînî hatine darvekirin.    Muhemmed Mehdî Kerîmî di dema xwepêşandanan de hatibû binçavkirin û bi kuştina Besîcîyekî dihate tawanbarkirin. Ji Bîcarê bû. Bîcar bajarekî eyaleta Kurdistanê ye.