Dayika Aştiyê Bedriye Demîr hate veşartin 2023-01-07 15:03:26   RIHA - Dayika Aştiyê Bedriye Demîr ku li Rihayê li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da, hate veşartin.    Ji Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê Bedriye Demîr (65) ji ber kezeba wê enfeksiyon girtibû rakiribûn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înan û duh êvarî li wir jiyana xwe ji dest da. Malbata Demîr, Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Ser Axa Qedîm Windakirine re (KATDER), parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu cenazeyê Demîr ji morga nexweşxaneyê girtin û anîn Mizgefta Yûsûf Paşa. Piştî li vir wecîbeyên olî pêk hatin, jinan cenaze heta Goristana Bedîuzzaman hilgirtin. Demîr bi duayan re hate veşartin.    Surucu ya li ser gorê axivî, diyar kir ku Bedriye Demîr bi salan e ji bo aştiyê têdikoşe, wê di rêya wê de biçin û anî ziman ku wê heta aştiyê bînin welat têkoşînê mezin bikin.