Girtiyê nexweş ê 82 salî êdî nikare biaxive! 2023-01-07 16:17:52 ÎZMÎR - ÎHD’a Îzmîrê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Siddik Guler (82) ê li Girtîgeha Menemenê û êdî hatiye wê astê Siddik Guler nikare biaxive jî.    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 267’emîn de çalakiya xwe ya ji du hefteyan carekê li ber Sumerbanka berê ya li Konakê li dar xist. Nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî tev li çalakiyê bûn. Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Îzmîrê Ahmet Çîçek axivî û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Siddik Guler (82) ê li Girtîgeha Menemena Îzmîrê ya Tîap R’yê tê ragirtin.   Çîçek bal kişand ser neheqiya li girtiyên nexweş tê kirin û heta ku helwesta Saziya Tiba Edlî û îktidarê ev be dê girtiyên nexweş rewşa wan giran bibe û bimirin.    JIYANA WÎ DI XETEREYÊ DE YE   Çîçek da zanîn ku yek ji van girtiyên nexweş ê rewşa wî giran e Siddik Guler e ku ji sala 1994’an ve girtî ye û nexweşiyên wek hipertansiyon, dil û romatîzma biîltîhap pê re heye û her tiştî ji bîra dike û êdî hatiye wê astê ku nikare biaxive. Çîçek anî ziman ku ew bi zehmetî bi rê ve jî diçe û nikare xwe li ser pêya bigire. Çîçek da zanîn ku her ku diçe rewşa jiyana Guler di bin xetereyê de ye û xwest demildest bê berdan.