ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2023'YAN 2023-01-08 09:00:13   * Quleyên çavdêriyê yên Tirkiyeyê yên li sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji nav erdên bi mayin bi paş de tên kişandin û qereqola leşkerî ya li sînor jî ji bo li pişt Taxa Dirbêsiyê bê bicihkirin amadekarî tên kirin.    * Civaknas Taner Taş anî ziman ku li Tirkiyeyê ji ber krîza aborî her diçe xizanî zêdetir dibe û bi vê re îstismarkirina zarokan jî zêde dibe û got: "Pirsgirêka herî mezin a cîhana modern jî, zarokan wekî tiştekî bi kar tîne. Pergal, bi çavê nifşekî ku xizmeta wê bike li zarokan mêze dike."   * Parlamenterê HDP'ê Hasan Ozguneş diyar kir ku bi tecrîdê re bihîstina dengê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê astengkirin û got: "Azadîkirina Îmraliyê û çareserkirina meseleya kurdî, xeta têkoşînê ya dîroka nêzîk pêk tîne."    * Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn destnîşan kir ku ger komkujiya ewil a li Parîsê bihata zelalkirin, dê komkujiya duyemîn pêk nehatana.   * Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 671’an de berdewam dike.    * Rêxistina HDP’a Îdirê dê bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan 4’emîn Kongreya Asayî li dar bixe. (10.00)   * Nûçegihanê Rojnameya Evrenselê Metîn Goktepe dê 27’emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe ya li Esenlerê bê bibîranîn. (11.00)   * Dibistana Marksîst (DMA) dê li Hotêla Demîr a Sûrê bi sernavê “Îro û sibeya raperîna Rojhilatê Kurdistanê û Îranê” panelekê li dar bixe. (12.00-16.00)   * Li navçeyên Rihayê dê ji bo jinên kurd ên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin merasîmên bîranînê bên lidarxistin. (13.00)