Dayika Rozerîn Çukur: Doza wê ji her tiştekî girîngtir e 2023-01-08 10:48:31   AMED –Dayika Rozerîn Çukur a di dema qedexeya derketina derve ya li Sûrê hatibû qetilkirin Fahriye Çukur wiha got: “Doza Rozerînê ji bo me ji her tiştekî girîngtir e. Ez ê tu carî ji bîr nekim.”    Cemîle Çagirga ku di cenazeyê wê ji bo xera nebe xistibûn sarincê, Dayika Taybet (Taybet Înan) ku cenazeyê wê hefteyekê li naverasta kolanê mabû, Haci Lokman Bîrlîk ku cenazeyê wî pişta panzerê ve hatibû girêdan û kaşkirin... Piştre jî Rozerîn Çukur ku gora wê 4 mehan vala mabû! Navên navborî çend ji wan navan in ku di dema qedexeyên derketina derve yên salên 2015-2016’an de hatibûn qetilkirin û di bîra her kesî de ma ne. Yek ji kesên hatin qetilkirin jî Rozerîn Çukur a 16 salî bû ku bûbû hedefa sekvanan. Dayika Rozerîn Çukur qala keça xwe kir û got ku dê tu carî ji bîr neke.    ‘EM BI HEV RE MEZIN BÛN’   Fahriye Çukur da zanîn ku hemû serlêdanên wan ên hiqûqî yên ji bo keça wan bêencam mane û wiha got: “Êdî tu baweriya me bi dozan nema ye. Keça min dema hatî kuştin hêjta zarok bû. Xwendekara dibistana amadehî bû. Hêviya me, hevala me bû. Di dersên xwe de serkeftî bû. Digot dê bibim parêzer, dê bibim bijîşk. Ez û Rozerîn bi hev re mezin bûn. Ji dibistanê heta ezmûnan, em bi hev re çûn her derê. Rozerîn ne tenê alîkarî dida me lê ji her kesî re dibû alîkar. Alîkarî dida hemû hevalên xwe. Ji kesên pîr hez dikir û heke dersên hevalên wê baş nebûna jî jê re dibû alîkar. Heke rewşa madî ya kesekî baş nebûya jî jê re dibû alîkar û digot bila rewşa wan ji ya me baştir be.”    ‘SÛR EVÎN BÛ’   Çukur, anî ziman ku keça wê pir girêdayî xaka xwe bû û wiha domand: “Ji bajar û gundê xwe pir hez dikir. Sûr, ji bo wê evîneke pir cuda bû. Emrê xwe li Sûrê derbas kir. Wêneyên her deverê dikişand. Du zarokên min ên din hene lê cihê Rozerînê bo min pir cuda bû. Bi ser re 7 sal derbas bûn û dikeve sala 8’an lê dîsa jî birîna wê nekewiyaye. Yek şev nîne ku nekeve ber hizra min û wê nefikirim. Rozerînê ji deverên dîrokî yên Sûrê hez dikir. Qala deverên ku lê digeriya bo min dikir. Ji ber ku ez biyaniya van deveran bûm û tevek jî min bi wê nas kirin. Her ku wê vedigot, min digot qey li cîhanê digerim. Bi wêneyên ku kişandibû xelat wergirt. Li ser Dîcle û Firatê çîrok nivîsand. Min roja herî dawî keça xwe şand dibistanê, li pişt paceyê min lê temaşe kir û keça min êdî nehat. Me bihîst ku Sûr hatiye vekirin û ez û bavê wê çûn wê derê. Ji me re gotin dê saet di 16.00’an de were girtin lê hêj saet 14.00 ku ew der girtin. Em ji wir derketin lê keça min li wir ma, bi lênûska xwe, bi pênûsa xwe.. Dê çîrok binivîsanda û ji min re vegota. Em li bendê man ku were, em gelek li bendê man lê nehat.”    ‘BERÊ ÇEKAN DAN MIN’   Bi domdarî Çukur got ku hinek pirsgirêkên tenduristiyê yên keça wê hebûn lewma tu carî dilê wê nedihişt û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo ku keyfxweş bibe min jê re wênekeş kirî. Sekvanan keça min qetil kirin. Li ser hemû televîzyonan qala kuştina keça min dihat kirin lê haya me jê nebû. Haya min piştre bi şehadeta wê bû. Min ber bi Sûrê ve baz da, ketim erdê, ji bo xwe bigihînim keça xwe pişta min şikest. Her carê asteng dikirin û berê tifingan didan min. Me serî li her deverê da lê kesekî dengê me ne bihîst.”    TÊKOŞÎNA 5 MEHAN    Di berdewamê de Çukur anî ziman ku 3 roj piştî agahiya mirina keça xwe jê re gora wê amade kirine û wiha pê de çû: “Kesên li derdora me bi nalyon ser gora keça min girtibûn da ku ez xemgîn nebim. Ji bo ku cenazeyê keça xwe wergirim 20 rojan ketim greva birçîbûnê. Piştre jî em çûn Sumer Parkê û Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê. Zivistan bû, berf dibariya. Zivistan qediya, gul bişkivîn û havîn hat lê dîsa jî me cenazeyên xwe wernegirtin, nedidan. Demek piştre dest bi dayîna cenazeyan kirin. Ji ewil cenazeyê Ramazan dan û sê piştre jî cenazeyê Rozerînê dan. Cenazeyê Rozerînê di 6’ê hezîranê de dan. Tenê hestî mabûn.”    ‘LI SER XAKA XWE HATE QETILKIRIN’   Bi domdarî Çukur ev tişt anî ziman: “Zarokên me yên ku li kolanên xwe dilîstin, kuştin. Ev der xaka me ye. Em li vir ji dayik bûn û li vir mezin bûn. Çima zarokên me kuştin? Çawa dibe ku niha nikarin delîlan peyda bikin? Sûr ne tenê ya min lê ya tevahiya cîhanê ye. Ma cîhan qet nabihîse? Pirsa min ji bo hemû mirovan e; her kesê xwedî wijdan bila destê xwe deyne ser dilê xwe û bibêje bê ka çima keça min kuştin? Hedef girtin û gule li serê wê xistin. Bi yek guleyê hate kuştin. Ma me çi kiribû?    MA KURDBÛNA XELETÎ YE?   Xeletiya me çi ye? Ya ku xelet zazabûna me ye, kurdbûna me ye? Ji ber ku em zaza ne, em kurd in ma divê em bimirin? Ez bi vê nasnameyê ji dayik bûme û ev tiştekî xelet nîne. Parastina mirovekî ya xaka xwe, nasnameya xwe tiştekî xelet nîne. Tiştên li Sûrê tevî bedenên mirovan rijandin Çemê Dîcleyê. Ma me di çem de cenaze nedîtin, dest nedîtin? Me tevek jî dîtin. Hinek beden nîviya wan hebû, nîvî jî tune bû. Heta navberekê cenazeyek di çem de dîtin û gotin yê Rozerînê ye. Ez neçûm û min bawer nedikir.    7 CENAZE LI KU NE?   Hêj niha jî li Sûrê 7 cenaze hene û aqûbeta wan nayê zanîn. Feqîr û hejarên Sûrê derxistin û tî û birçî hiştin. Niha li şûna wan vîlayan çêdikin. Mexdûrên Sûrê hene ku niha li derve tî û birçî ne. Na maleke wan û ne jî xaka wan. Pereyê wan nîne ku derbasî bînayan bibin. Heta ku yek du roj berê yek ji mexdûran li mala min bû. Mêvanê min bû. Li Sûrê mala wan a 3 qet hebû lê niha tune ye. Ma ev zilm dê çawa were jibîrkirin? Heta ku sax bim dê ne ji bîr bikim û ne jî dê ji bîra min biçe. Ji ber ku xiyanet li me kirin, zilm li me kirin. Kalên me, xizanên me, zarokên me li wir kuştin. Piştre jî dibêjin; ‘me terorîst kuştin.’ Hûn ji zarokên kê re dibêjin terorîst? Zarokê tu dayikekê nabe terorîst. Doza Rozerînê ji bo ser her tiştekî re ye û ji her tiştekî girîngtir e. Dê ev doz heta qiyametê bidome.”    BANGA HEVRÛBÛNÊ   Ez bang li wan dikim; wer in em hevrû bibin bê ka ji me kî mafdar e kî nemafdar. Niha dibêjin me kuştin û çû. Ma ewqas hêsan e? Ma mirov qet xwe naxîne şûna yê li hemberî xwe? Ma dê mirov êşa li Sûrê çawa ji bîr bike? Bila ji bîr nekin û aqilê xwe bînin serê xwe, îro heke dora min sibe dê dora wan be. Heke ev rewş wiha bidome dê hêjta gelek guneh bên kirin. Werin em bibin yek û ji bo zarokên xwe pişta hev bigirin. Ez tu carî li Sûrê danûstandinê nakim. Bila neçin Sûrê û seyranê bikin. Ez vê qebûl nakim. Xwîna gelek Rozerînan li wir rijiya.    HAKAN ASLAN JI BÎR NEKIN   Herî dawî jî cenazeyê Hakan Aslan ji Sûrê hate derxistin. Hemû dinya Aslan nas nake. 7 sal piştre cenazeyê wî di tûrikekî de radestî bavê wî kirin. Ev ewqas hêsan nîne. Tu zarokê xwe mezin dikî, hêviya te ji zarokê te dibe, pêşerojekê jê hêvî dikî û ji nişkan ve li pêş çavên te winda dibe. Bila 7 sal piştre hestiyên wî di tûrikekî de bidin te. Ma dê mirovek vê çawa ji bîr bike? Bila kesek vê ji bîr neke. Bila kesek wê roja ku cenaze di tûrik de dayîn ji bîr neke. Ev bûyer, ji bo hemû mirovahiyê îbret e. Heke îro cenazeyê wî xistibin tûrikî dê sibe heman tiştî bi cenazeyê zarokê min jî bikin.”    PÊVAJOYA QEDEXEYÊ   Li gorî rapora “Qedexeyên Derketina Derve ya di navbera 2015-2016’an de” ya Komeleya Şopandina Koçberiyê, li 11 bajar, 52 navçe, 534 taxan, 426 gundan û 347 mezrayan bi giştî 439 caran qedexeya derketina derve hate ragihandin. Li gorî daneyên Navenda Dokumantasyona Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), di navbera 16’ê tebaxa 2015’an û 18’ê adara sala 2016’an de herî kêm 310 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û herî kêm milyonek û 809 kes jî hatin koçberkirin.   MA / Mehmet Guleş