DBP’ê kongreya xwe diyarî jinên hatin qetilkirin kir 2023-01-08 13:57:25   RIHA - Rêxistina DBP'ê ya Wêranşarê 1'emîn Kongreya xwe ya Asayî diyarî jinên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin kir.    Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wêranşar a Rihayê, 1’emîn  Kongreya xwe ya Asayî li dar xist. Kongre li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeyê hat lidarxistin û gelek kes û endamên partiyê tev li bûn. Kongre bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û diyarî Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) ên li paytexta Fransayê Parîsê hatin qetilkirin û Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir ên li Silopiyayê hatin qetilkirin hate kirin.    Piştî axaftina destpêkê, endama PM'ê ya DBP'ê Emîne Caynak axivî û bal kişand ser êrişên li dijî partiya wan.  Caynak, got ku dê li dijî van êrişan têkoşînê xwe mezintir bikin. Caynak, bi domdarî qala tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ev tişt anî ziman: “Ev tecdîr li tevahiya civakê belav bûye. Em encax bi rêxistinbûnê dikarin tecrîdê têk bibin. Tecrîda li ser gelê me û birêz Ocalan dê bi berxwedana gel bikare were têkbirin.”    Piştre jî bi yek lîsteyê hilbijartin hate kirin û Hasan Ozkan û Turkan Elmas weke hevserokên nû hatin hilbijartin.    Di kongreya duh a li Xelfetiyê de jî Bekir Ozturk û Saniye Bayram weke hevserokên nû hatibûn hilbijartin.