Rojnameger Goktepe hat bibîranîn: Heqîqet bêden nema 2023-01-08 15:10:05   STENBOL - Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay di merasîma bîranîna rojnameger Metîn Goktepe de axivî û wiha got: “Ji Gurbetellî Ersoz heta Apê Mûsa, Hrant Dînk, Metîn Goktepe û Nagihan Akarselan, heqîqet tu caran bêdeng nema.”     Nûçegihanê Rojnameya Evrenselê Metîn Goktepe ji bo şopandina merasîma definkirina girtiyên siyasî Orhan Ozen û Riza Boybaş ku li Girtîgeha Tîpa E ya Umraniyê hatibûn qetilkirin, di 8’ê çileya 1996’an de çû Alîbeykoyê û ji hêla polîsan ve hate binçavkirin. Polîsan, rojnameger Goktepe bir Eywana Werzîşê ya Eyupê û bi îşkenceyê qetil kir. Metîn Goktepe, di 27’emîn salvegera qetilkirina xwe de li Goristana Esenlerê li ser gora xwe hate bibîranîn. Dayika Goktepe, Fadîme Goktepe, Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, Hevserokê HDP’a Stenbolê Ferhat Encu, Parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu, Seroka CHP’a Stenbolê Canan Kaftancioglû, Parlamenterê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) ê Stenbolê Ahmet Şik, Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz, Seroka Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Arzu Çerkezoglû, Serokê Giştî yê Dîsk Basin-Îş’ê Faruk Eren, Serokê Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Durmuş û gelek rojnameger û welatî di bîranînê de amade bûn.    Rojnameya Evrenselê ya bi manşeta “Metîn hate qetilkirin em ê bêdeng nemînin” danîn ser gora Goktepe ku bi gulan hatibû xemilandin. Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir û dovîzên “Metîn namirin Evrensel bêdeng nabe”, “Çapemeniya azad bêdeng nema, dê bêdeng nebe” û “Bi israr her yek ji me Metîn e” hatin hilgirtin.    ROJNAMEGERÊN GIRTÎ NEHATIN JIBÎRKIRIN   Di bîranînê de ji ewil Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê Rojnameya Evrenselê Fatîh Polat axivî û 25 rojnamegerên kurd ên di nava 6 mehên dawî de li Amed û Enqereyê hatin girtin bi bîr xist. Polat, da zanîn ku tevî gelek meh bi ser re derbas bûne jî hêjta îdianameya rojnamegeran nehatiye amadekirin. Bi domdarî Polat bal kişand ser “Qanûna sansûrê” û got ku piştî vê qanûn zextên li ser rojnamegeran girantir bûne.    HEQÎQET BÊDENG NEBÛ    Piştre jî Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay axivî û diyar kir ku kevneşopiya çapemeniya azad tu carî bêdeng nebûye û wiha got: “Dê tu caran bêdeng nebe jî. Ji Gurbetellî Ersoz heta Apê Mûsa, Hrant Dînk, Metîn Goktepe û Nagihan Akarselan, heqîqet tu carî bêdeng nema. Heke ji faîlên wan hesab bihata pirsîn, îro li Amedê 16 rojnamegerên kurd girtî nedibûn.”    Gunay, piştre jî gul danî ser gora Goktepe. Gunay, diyar kir ku gulekî ji bo Goktepe û gulekî ji bo rojnamegerên bi awayekî derhiqûqî hatine girtin didane.    Herî dawî jî Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz axivî û got ku dê bibin yek û bi saya berxwedana xwe ser bikevin û alaya çapemeniya azad li erdê nehêlin.    Bîranîn, bi dirûşman bi dawî bû.